Li Mexribê jin li ser dika şanoyê li dijî pêşdaraziyan têdikoşin

Mamosteya şanoyê ya ji Mexribê Leyla Naxilî, diyar kir ku jinên şanoger, bi kêmasiya piştgiriyê, pêşdaraziyên civakî û rastiyên civakê re têdiklşin û da zanîn ku şano ji bo guherîn û hayjêbûna civakî dikare bibe platformek.

HENAN HARÎT

Mexrib Li Mexribê weke gelek welatên herêmê, şano hê jî weke qadeke hunerî ya dewlemend û bi bandor dimîne ku pêşketin û pirsgirêkên civakî nîşan dide û weke platformek ji bo nîqaş û hişmendiya çandî xizmetê dike. Lê şanoya Mexribî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye, ji piştgiriya darayî ya sînorkirî bigre heya nebûna binesaziya têrker û sînorên civakî ku gihîştina jinan a vê qada hunerî sînordar dikin.

Hunermend û pispora şanoyê Leyla El-Naxîlî ya Mexribî perspektîfa xwe li ser rewşa jinan di şanoya Mexribî de, dijwariyên ku di deh salan de pê re rûbirû mane vegot. Her wiha mijarên sereke yên civakî, wek tundiya li dijî jinan û mafên wan dinirxîne û rola girîng a ku şanoyê wek amûrek ji bo hişyarkirin û nîqaşa civakê dilîze, ligel rola wê ya akademîk û çandî di avakirina takekesî û civakê de, destnîşan dike.

Di şanoya Mexribê de rewşa jinan

Leyla El-Naxîlî bal kişand ser rewşa jinan û şanoya Mexribî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Rewşa jinan di şanoyê de rewşa pisporên şanoyê li welat bi giştî nîşan dide. Jinên li Mexribê gelek caran bi riya fêrbûn, profesyonelî û pratîzekirina pîşeyên curbecur ên şanoyê yên weke lîstikvanî, derhênerî û hilberînê derfetên xwe diafirînin. Lê rewşa giştî ya şanoya Mexribê nîşan dide ku berdewamiya van pêvajoyan bi piştevaniya berdest a wezareta çandê ve girêdayî ye. Ev piştgirî têr nake û hemû însiyatîf û demsalên hunerî nagire nava xwe. Pirsgirêk ne bi şiyana afirîner an jî cihêbûna jinan ve girêdayî ye, bi rewşa giştî ya şanoya Mexribî û çavkaniyên berdest ji bo piştgiriya wê ve girêdayî ye."

Hawirdora perwerdeyî û çandî û rola wê ya di bihêzkirina jinan de

Leyla El-Naxîlî destnîşan kir ku jîngeha perwerdehî û çandî roleke girîng di bihêzkirina jinan de ji bo ketina qada şanoyê dilîze û got: "Ger şano di zanîngehan, saziyên perwerdehî û qadên çandî de hebe, ew derfetê dide xwendekarên jin ku li ser armancên şanoyê, rola xwe ya rewşenbîrî û çandî, dîroka wê û girîngiya vê hunera xweşik di avakirina takekesê de fêr bibin. Hawirdora çandî bi riya performansên şanoyê û çalakiyên hunerî, dihêle ku hemû beşên civakê bigihîjin şanoyê û li ser wê fêr bibin. Paşguhkirina şanoyê rê li ber wan digre ku nirx û armancên wê fam bikin û şiyana wan a ketina qada şanoyê bi bawerî û ewlehî sînordar dike. Heta jinên xwenda jî dibe ku nizanibin şano mijarek akademîk e ku dikare were fêrkirin, tevî jêhatîbûna wan a bilind."

Di şanoyê de ezmûnên jinên Mexribî

Leyla El-Naxîlî der barê ezmûnên jinan di şanoyê de li Mexrib û Rojhilata Navîn wiha dibêje: "Hevbeşiyên di navbera van ezmûnan de ji cudahiyan pir zêdetir in. Jinên Ereb piştî serdema serxwebûna siyasî ketin şanoyê lê bi zehmetiyên mezin re rûbirû man. Şano wek qadeke ne guncav ji bo jinan di civakên muhafezekar de dihat dîtin, ji ber ku ew bi pêşdarazî û redkirineke eşkere ya civakî ya jinên ku dikevinê ve girêdayî bû, çi wek lîstikvan, derhêner, hilberîner, an endamên komeke şanoyê bin. Tevî xalên hevpar, ezmûn li gorî veguherînên siyasî û taybetmendiyên civakî û çandî yên her welatî diguherin. Li Mexribê jinan dikaribûne di nava şanoyê de cihek biafirînin û hebûna xwe tevî astengiyên têkildarî polîtîkayên çandî û pergala piştgiriya giştî jî îsbat bikin."

Ezmûnên jinan di nav şanoyên Ereb de

Leyla El-Naxîlî bal kişand ser rewşa jinan li welatên Ereb di nav şanoyê de û wiha pêl dan gotinên xwe: "Li Lîbyayê rewş cuda ye hebûna jinan di şanoyê de ji ber riyên siyasî yên ne aram ku welat tê re derbas bûye û piştî bûyerên Bihara Gelan, qels dimîne. Ezmûna Kuweytê xwedî taybetmendiyên xwe yên bêhempa ye. Şanoyê şahidiya hebûneke berbiçav a qada taybet kiriye. Ev yek bûye alîkarî ku hilberîna şanoyê bi awayekî cuda bi pêş bikeve. Berî ketina jinan ji qada şanoyê de mêran rolên jinan bi awayek karîkaturî dilîstin lê bi ketina jinan re, ezmûn çêbû, riyeke nû dest pê kir."

Pirsgirêkên jinan ên di şanoyê de

Leyla El-Naxîlî da zanîn ku mijarên şanoyê di seranserê dîrokê de guherîne û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Di dehsalên borî de pirsgirêkên siyasî û civakî bi tundî hebûn, weke ezmûna hunermenda Mexribî ya rehmetî Thuria Jebran ku şano kir platformek ji bo pirsgirêkên siyasî yên wêrek. Bi pêşketina civakê re, şano îro bi jiyana rojane ya mirovan ve girêdayî ye, pirsgirêkên malbatî û jinan li ser dîmenê şanoyê serdest in, weke zewac, hevberdan û pirsgirêkên pê re têkildar. Her wiha pirsgirêkên qanûnî jî her wisa. Dema mafên jinan tên binpêkirin, nivîskarên şanoyê radibin û nivîsên nû dinivîsînin ku hêrs an redkirina wan nîşan didin. Weke berhemên ku tacîza zayendî, şîdeta li dijî jinan, an jî cudakariya di bazara kar de nîqaş dikin hene ku şano dibe qadeke nîqaşên civakî û têkoşîna sembolîk."

Rola medyayê ya di qada şanoyê de

Leyla Ekl-Naxîlî der barê rola medyayê de wiha dibêje: "Medya bûye hevkar di veguhestina dengê lîstikan bo temaşevanek berfirehtir, bi ronîkirina performansan û veguhestina peyamên wan bo cihên li derveyî şanoyê. Medya beşdarî şikandina sînorên erdnîgarî û veguherandina pirsgirêkên herêmî bo karûbarên giştî dibe ku di pîvanek berfirehtir de têne nîqaş kirin."

Pêşeroja hunermendên şanoyê

Leyla El-Naxîlî derbar hêviyên xwe yên ji bo pêşeroja beşdariya jinan di şanoyê de anî ziman û diyar kir ku ew bawer dike pêşeroja jinan di şanoya Mexribî de bi polîtîkaya çandî yên ku ji hêla hikûmetê ve hatine pejirandin ve girêdayî ye. Leyla El-Naxîlî wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ger stratejiyek zelal were danîn da ku şanoyê teşwîq bike, piştgiriya madî û exlaqî bibîne, cihên şanoyê yên guncav biafirîne û hilberînên herêmî teşwîq bike, ev yek dê bihêle ku jin bi hêsanî bikevin qadê. Dema ku jin bibînin qada şanoyê piştgiriya civakê dibîne û tê naskirin, ew ê bikaribin di vê hawirdora hunerî de berdewam bikin û aram bibin. Berdewamiya rastîn a jinan di şanoyê de pêk nayê heya ku polîtîkayeke çandî ya berfireh tune be ku fêm bike hebûna jinan di qada şanoyê de ne tenê temsîliyeta sembolîk e, vegerek bingehîn e ji bo nûkirina gotûbêja şanoyê."