Li Tûnisê forûma Ereb kalîteya perwerda di saziyên zarokan de nîqaş kir
Di forûma Ereb a li Tûnisê hat lidarxistin de, kalîteya perwerdê ya di saziyên zarokatiya zû de hate nîqaşkirin. Armanca forûmê, başkirina kalîteya xizmetên perwerdê ye û hewl dide ku hemû zarok bighên xizmeta perwerda wekhev.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Rêxistina Perwerde, Çand û Zanistî ya Ereb (ALECSO), bi hevkariya Navenda Herêmî ya UNESCO’yê ya ji bo Kalîte û Serketinê di Perwerdeyê de, di 8-9’ê Hezîranê de Foruma Erebî ya li ser Kalîte û Serkeftinê di Saziyên Zarokatiya Biçûk de bi dirûşmeya ‘Kalîte di zarokatiyê de, berdewamiya pêşerojê’ hat lidarxistin. Pisporên ji gelek welatên Ereb beşdarî forûmê bûn. Rêvebera Çalakiyên Perwerde, Civakî û Werzîşê ya Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Extiyarên Tûnisê Alîsa Hawaca, di forûmê de axivî û diyar kir ku Tûnis her tim hewl dide qada pêşketina zarokatiya zû baştir bike. Piştî Stratejiya Pêşveçûna Zarokatiya Zû ya Neteweyî ya ku vê dawiyê hate nirxandin, wê got ku stratejiyek duyemîn a ku serdema 2026-2035’an digre nava xwe, dê were amadekirin.
‘Em hewl didin kalîteya perwerdê ya li pêşdibistanan bilind bikin’
Alîsa Hawaca diyar kir ku armanca wan ew e ku bi sûdgirtina ji tecrubeyên serkeftî yên navneteweyî kalîteya xizmetên li saziyên zarokatiyê yên destpêkê yên wek kreş û pêşdibistan tên pêşkêşkirin baştir bikin û wiha domand: “Rêjeya gihandina zarokên di temenên 3-5 salî de ji bo van saziyan hîn ji sedî 47 e û ji bo zêdekirina vê rêjeyê xebat tên meşandin. Bi nûkirina naverokên pedagojîk û bikaranîna amûrên nûjen ên perwerdê, em hewl didin ku kalîteya perwerdê ya li pêşdibistanan bilind bikin. Entegrekirina teknolojiyê di pêvajoya perwerdeyê de êdî bûye pêwîstiyek. Girîngiya ku ji aliyê hawirdor ve tê dayîn zêde bûye û lêkolînan nîşan daye ku ev yek bandorek erênî li pêşketina zarokan dike.”
‘Divê qanûn li gorî hewcedariyên zarok û malbatan bên nûjenkirin’
Alîsa Hawaca da zanîn ku forûmê derfetek girîng pêşkêş kiriye da ku ji ezmûnên welatên cuda sûd bigirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî di derbarê entegrasyona zarokên xwedî pêdiviyên taybet a di saziyên zarokatiya zû de. Yek ji pirsgirêkên herî girîng li Tûnisê rêjeyên qeydkirinê yên kêm bûn ku tê wateya ku beşek mezin ji zarokan nikaribûn bighîjin van xizmetan. Mijarek din a girîng perwerdeya pîşeyî ya nêzîkî 20 hezar personelên perwerdê ye. Divê qanûnên heyî bên nûjenkirin da ku li gorî hewcedariyên zarok û malbatên îro bin.”
Yekkirina bernameyên perwerdeyê
Rêvebera Navenda Herêmî ya Sûriyeyê ya ji bo Pêşveçûna Zarokatiya Zû Merîhan Keleş, anî ziman ku wê di forumê de lêkolînek li ser pêşveçûna pêşdibistanên li Sûriyeyê pêşkêş kiriye. Merîhan got ku pêşdibistanên kesk, bi bernameyên veguheztina bi ewle ji pêşdibistanan ber bi dibistana sereteyî ve, parastina mîrasa çandî ya neşênber û projeyên wek ‘Welatê Bav û Kalên Min’ derfetên nû ji bo zarokan pêşkêş dikin û ev agahî dan: “Sûriye di pêvajoya vebûna ji bo cîhanê de ye û perwerda bi kalîte bingeha pêşerojek domdar û pêşketî ye. Em bi taybetî li ser entegrekirina zarokên koçber û duzimanî yên ku bi Erebî nizanin di nav civakê de dixebitin. Di pêşerojê de, ji bo perwerde li Sûriyeyê dê ji hemû nêzîkatiyên mezhebî dûr bikeve, dê gav bên avêtin da ku zarok di serî de wek kesên Sûryeyî bên dîtin û nasnameyek neteweyî ya hevpar bê xurtkirin.”
Merîhan Keleş diyar kir ku li welat kêmasiyeke cidî ya pêşdibistanan heye û bi qasî 7 hezar dibistan bi temamî wêran bûne. Merîhan ragihand ku ji bo zarokên malbatên kêmdahat jî bikaribin herin pêşdibistanan, xebat tên meşandin.
Berpirsyartiya hevpar
Cîgira Rêveberiya Giştî ya Navenda Herêmî ya UNESCO’yê ya ji bo Kalîte û Berbiçavbûnê di Perwerdeyê de Fatîma el-Ruweys, da zanîn ku navend ji bo hemahengkirina têgehên perwerdê di navbera welatên Ereban de, pêşxistina platformên dîjîtal ên ku piştgiriyê didin kalîteya perwerdeyê û afirandina polîtîkayên hevpar ji bo mîsogerkirina perwerdeya bi kalîte ji bo hemû zarokan dixebite. Fatîma wiha got: “Di pêşniyarên herî girîng ên ku di forûmê de derkevin, divê rêveberî û polîtîka werin pêşxistin da ku kalîteya lênêrîn û perwerdeya zarokatiya zû mîsoger bikin û divê hemû zarok bi awayekî wekhev bighîjin xizmetên perwerdê.”
Fatîma el-Ruweys bal kişand ser girîngiya bilindkirina jêhatîbûnên pîşeyî yên mamosteyan, mîsogerkirina domdariya bernameyan û entegrekirina teknolojiyê û hişê çêkirî di rêveberiya saziyên perwerdê de.
‘Lêkolînên berfireh tên kirin’
Pispora Akademiya Mamosteyan a Queen Rania ya li Urdunê Dr. Alia Ureybat, destnîşan kir ku kalîteya perwerda zarokatiya zû hem li cîhana Ereb û hem jî li qada navneteweyî bûye yek ji mijarên herî girîng ên rojevê û wiha lê zêde kir: “Tiştên ku zarok divê di temenê biçûk de fêr bibin, pîvandina armancên fêrbûnê û nirxandina ka bernameyên pêşkêşkirî hewcedariyên rastîn ên zarokan pêk tînin an na, di nav pirsgirêkên sereke de cih digrin. Em lêkolînek berfireh li 12 welatên Ereb dimeşînin. Ev xebat armanc dike ku rewşa heyî ya pergalên kalîteyê di zarokatiya biçûk de fêm bike û derfetên pêşveçûna pêşerojê derxe holê.”
Li gorî encamên lêkolînê, hemû welatên beşdar saziyên fermî yên çavdêriya navendên lênêrîna zarokatiya zû dikin hene. Her wiha, her çend pêşdibistan ji sedî 73’ê baldariya ku ji bo nirxandinên kalîteyê hatiye dayîn stendine jî, ev rêje ji bo pêşdibistanan daket ji sedî 40’an.”
‘Divê hewcedariyên zarokan bên pêkanîn’
Yek ji pisporên projeyê Nejwa el-Cubalî, da zanîn ku nirxandin yek ji hêmanên bingehîn ên sûdbûna di perwerdê de ye. Nejwa tekez kir ku mezinahiya polê, rêjeya zarok-mamoste, jêhatîbûna mamoste û rêvebiran û jîngehên fêrbûna berfireh nîşaneyên girîng in di pêşxistina pergalên kalîteyê de û wiha got: “Divê rasterast hewcedariyên zarokan, naskirina zehmetiyên potansiyel di zû de û mîogerkirina beşdariya çalak a malbatan di pêvajoya perwerdehiyê de bên pêkanîn.”