Li Mexribê jin li ber xirbeyan li benda rizgarkirina xizmên xwe ne

Jinên ku li gundê Tinkelyan ê eyaleta Taroudant a Mexribê ji erdhejê rizgar bûn, li ber xirbeyan li benda rizgarkirina xizmên xwe ne.

HANAN HARITE

Mexrib- Bilançoya erdheja bi pileya 7 Mexribê 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, her ku diçe girantir dibe. Di roja sêyemîn a erdhejê de xebatên rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mane berdewam dike, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 2 hezar û 122’an.

'Em li benda rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de ne’

Yek ji cihên ku erdhejê bandor lê kir jî parêzgeha Taroudant a ku 492 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Li gundê Tinkelyan ê girêdayî eyaleta Tarûdantê jî hema bibejê hemû mal hilweşiyan. Jinên li gundê Tînkelyan ên li ber xirbeyan li benda rizgarkirina xizmên xwe ne, behsa kareseta erdhejê kirin. Jinan diyar kirin ku erdhej gelekî tund bûye û wiha gotin:

“Em hê miriyên xwe dihejmêrin. Gelek malbat bê mal man. Em hê jî ji tiştên qewimî bawer nakin. Me malbat û zarokên xwe winda kir. Hê jî kesên di bin xirbeyan de mane hene. Em li benda tîmên rizgarkirinê ku werin xizmên me rizgar bikin. Kesên xwedî nexweşiyên kronîk ên wekî tansiyona bilind, şekir û nexweşiyên dil, pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Vê karesetê êşa wan zêdetir kiriye. Zarokên ku dayik û bavên xwe winda kirine hene û niha li vir trajediyek mezin heye.”

'Hemû malên li gund hilweşiyan’

Jinan, diyar kir ku jinên hemû endamên malbata xwe winda kirine û bi tenê mane hene û dan zanîn ku derûniya gelek kesan xirab bûye. Jinan diyar kirin ku hemû malên gund hilweşiyane, wiha gotin: "Em di herêmeke dijwar de ne û piraniya gundan îzole ne, çûyîn û hatin zehmet e."

Maseya krîzê hat avakirin

Li gorî agahiyên maseya krîzê ya li parêzgeha Tarûdantê hat avakirin; ji bo ekîbên qadê bigihîjin kesên di bin xirbeyan de mane, ji bilî balafirên hewayî, amûrên bêmirov ên hewayê jî tên bikaranîn. Ji bo tesbîtkirina xisarên madî û gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên çiyayî xebatên xwe didomîne.

Avahiyên dîrokî jî hilweşiyan

Her wiha ji ber erdhejê, mizgefta Tinmel a li Taroudantê ku di Atlasa Bilind de weke Qada Mîrateya Cîhanê tê binavkirin jî di nav de hin bermahiyên dîrokî yên ku weke mîrateya cîhanê hatine tomarkirin jî hilweşiya. Dîwarê Saadian ê dîrokî jî zirarê dîtiye.

Erdhejên biçûk berdewam dikin

Li herêma erdhejê, heta niha jî erdhejên biçûk berdewam dikin. Wezîrê Edaletê yê Mexribê Abdullatîf Vehbî, ragihand ku hin gundên nêzî navenda erdhejê bi temamî hilweşiyane û li bajarê Taroudant jî hejmarek zêde taxên kevin ên ku hinek ji wan dîrokê ne xisarek mezin dîtine. Wezîr Abdulletîf Vehbî, diyar kir ku hewl didin pirsgirêkên hatinûçûyînê yên li derdora Taroudantên çareser bikin.