Li Mexribê ji bo misogerkirina wekheviya zayendî banga qanûna nû

Di civîna ku li Rebatê ji aliyê Koalîsyona El-Munasafa Daba ve hat lidarxistin de, ji bo amadekirina pêşnûmeqanûneke berfireh a bi armanca misogerkirina wekheviya zayendî bang hat kirin.

HANAN HARÎTE

Mexrib- Femînîst û çalakvanên mafên mirovan ên li Mexribê, diyar kirin ku li welat misogerkirina prensîba wekheviyê hîn jî sînordar e û bi zehmetiyan re rû bi rû ye û ji bo pêkanîn û çavdêrîkirina qanûnan bang li meclisê kirin. Koalîsyona El-Munasafa Daba duh li Rabata paytexta Mexribê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza amadekirina qanûneke ku wekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de dixe bin temînatê û li dijî her cure cudakariya li ser jinan têdikoşe kir.

‘Pêwîstiya me bi qanûneke berfireh heye'

Koordînatora Koalîsyonê Wefaa Hajî diyar kir ku koalîsyon nêzî 2 sal in bi meqamên rayedaran re hevdîtinan pêk tîne, wekheviya zayendî nîqaş dike û bal kişand dikşîne ser girîngiya qanûnî.

Cîgira Serokê Yekitiya Pêşverû ya Jinên Mexribê û endama Hevbendiyê Asmaa Al-Maranî wiha got: “Pêwîstiya me heye ku qanûneke wiha were amadekirin, ji ber ku ev pêşnûme dê çarçoveyeke ku rêgez, armanc û tiştên giştî yên welat diyar bike. Ji bo çalakkirina Beşa 19’emîn a Destûra Bingehîn a Mexribê jî dê bibe pêşnûmeyek girîng. Pêşnûmeya ku dê wekheviya zayendî were dest girtin dê rê bide me ku em pergala xwe ya qanûnî û hemû aliyên wê yên çandî, aborî û civakî ji nû ve binirxînin.”

‘Hikûmet dê berpirsyar bê dîtin’

Çalakvana siyasî û endama Hevbendiya El-Munasafa Daba Khadija Al-Kour jî da zanîn ku pêşnûmeya qanûnê ji bo pêkanîna wekheviya zayendî girîng e. Khadija Al-Kour diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê wê hikûmetê û saziyên giştî mecbûr bike ku wekheviya pêk bîne û destnîşan kir ku ger ev pêşnûme were qebûlkirin dê jin jî bi awayekî adil bigihîjin erkên xwe. Khadija Al-Kour, wiha axivî: “Pêşnûme dê pêkhatina xala 19’an a Destûra Bingehîn ku pêşbinî dike jin û mêr bi awayekî wekhev ji maf û azadiyên sivîl, siyasî, aborî, civakî, çandî û jîngehparêzî yên ku di beşa duyemîn a Qanûna Bingehîn de cih digirin, wek şert pêşkêş bike. Ji xeynî destûra binhehîn û bendên din, peymanên navneteweyî ku ji aliyê Mexribê ve hatine pejirandin hene.

'Divê mafên jin û mêran wekhev bin'

Khadija Al-Kour destnîşan kir ku ger pêşnûme were amadekirin dê wekheviya zayendî pêk were û wiha got: “Divê jin jî wek mêran xwedî mafên wekhev bin, xwedî azadiya hilbijartinê û ramanê bin û weke şexs bên naskirin. Koalîsyonê bang li rayedarên peywendîdar, civakên herêmê, saziyên giştî, partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl dike ku ji bo wekheviya destûrî pêk bînin siyaset û bernameyan pêş bixin