Li Mexribê di hefteyekê de 7 kes bi xazê jehrîbûn û jiyana xwe ji dest dan
Hejmara bûyerên jehrîbûna bi xazê li Mexribê zêde dibe. Di nava hefteyekê de ji ber zêdebûna xaza EL- botan çar zarok û sê jinan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bandora xirab a xazê ji destpêkê ve diyar nabe, piştî serşûştinê kesên ku bi jehriya xazê dikevin jiyana xwe ji dest didin.
Henan Hart
Mexrib – Di dawiya hefteya borî de jineke Mexribî ya ducanî û zaroka wê mirî hatin dîtin. Li EL-dae û EL-beydayê, jinek ducanî dema ku li malê serê xwe dişûşt, ji ber xaza EL-botan jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesên ku bûne şahidên bûyerê gotin: "Ev jin ducanî bû, zaroka pêre heft mehîbû û keçek wê jî pênc salî heye, piştî ku serê xwe şûştine û derketine li odeya razanê ketin xwarê. Dema ku hevjînê wê tê û dixwaze wan xelas bike dibîne her du jî ji ber xazê fetisîne. Piştî ku dike qîrîn û hawar cîran tên dibînin ku cenazeyê jina ducanî û keça wê li erdê ye. Her wiha kesên pêwendîdar ên li Mexribê çûn cihê bûyerê, hevjîn rakirin nexweşxaneyê.
Di hefteya borî de li bajarê EL-eraş EL- Mexrib jina 44 salî û sê keçên wê bi eynî bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn her wiha çend roj beriya ku ev her du bûyer biqewimin, bûyereke bi vî şêwazî rûdabû. Ji ber derbasbûna xaza EL- botan jineke din û keça wê bûbûn qurbanî li herêma Mexoxa li bajarê Tanca yê li bakurê Mexribê.
Li Mexribê pir bûyerên wiha çêdibin ji ber ku xaza EL-botan pir dikişînin, destpêkê dema ku mirov vê xazê dikşînin bandora wê ya xirab diyar nabe, ev jî dibe sedem ku mirov serşûştina xwe bidomîne lê piştî demek ji ber bandora xazê mirov ji ser hişê xwe diçe û dûre jî jiyana xwe ji dest dide.
Her wiha ji aliyê navenda Mexribê ya li dijî jehriyê ve hat diyarkirin ku salê 1500 kes bi jehriya ûhadî oksîd EL-karbon dikevin û ji sedî kesek jiyana xwe ji dest dide.