Li Mexrîbê bi pileya 7 erdhejek pêk hat

Duh êvarî li Mexrîbê bi pileya 7 erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di erdheja ku li gelek bajaran avahî hilweşiyan de 296 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Enstîtuya Jeofîzîk a Neteweyî ya Fasê ragihand ku şeva borî li gorî saeta herêmî saet di 23.10’an de li herêma El-Huz a Marakeşê bi lerza 7 erdhejek pêk hat. Hat diyarkirin ku di erdheja ku 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat de gelek bajar bandor bûne û gelek avahî jî hilweşiyane. Di dema ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Mexrîbê hewl didin kesên di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de mane rizgar bikin, Wezareta Karên Navxweyî ya Mexrîbê têkildarî erdhejê daxuyaniyek da û diyar kir ku di erdheja ku li bajarên Marrakech, Azilal, Agadir, Varzazat û Chichaoua hat hîskirin de li gorî tespîtên ewil 296 kesan jiyana xwe ji dest dane û 153 kes jî birîndar ne.

 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di nav xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de dewam dikin, Enstîtuya Jeofîzîkî ya Neteweyî ya Mexrîbê diyar kir ku erdheja bi lerza 7’an a ku li bajarê Marakeşê qewimî, erdheja herî mezin a dîroka welêt a sedsala borî ye.