Li Mexmûrê pîrozbahiya Cena Newrozê
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin şahiya Cejna Newrozê kir û li ber stranan govendê despêkiriye.
Musıl- Bi boneya cejna Newrozê ku her sal bi coşek mezin li Wargeha Mexmûr tê pêşwazî kirin. Îsal jî beriya hefteyekê bi çalakiyên Cûr be cûr hat li darxistin, heta dibe roja Cejna Newrozê. İsal ji bi coşek mezin ji 7 salî heta 70 bi al û cilên xweyên Kurdî şêniyên Mexmûrê dakin qada pîrozbahiya Navenda Çand û Hunera mexmûre. Pîrozbahiya Cejna Newrozê bi bejdarbûna ji 7 salî heta 70 salî şêniyên li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê pêkahat bi tevlîbûna hezaran şêniyên Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Di pîrozbahiyê de axaftin li ser giringiya Rojê hat kirin û her wiha dengê êberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser cejna Newrozê hat guhdarkirin.
“Gelê kurd xwe rêxistin kiriye û zilma dehaqan tune kiriye”
Piştî vêxistina agirê Newrozê Hevseroka Meclîsa Gel Pakistan Bilen li ser giringiya rojê nirxandin kir û got: “Bi boneya cejan Nwerozê di kesayeta hemû şehîdeên têkoşîna azadiyê de em bejna xwe li ber hemû şehîdan di tewînin û cejna Newrozê li tevayî gelê Kurdî pîroz dikin. Her wiha ji bo salvegera dagirkirina Efrina rengin em hemû hêzên desthilatdar şermezar dikin. Gelê meyê hêja îro di dema şerê cîhanê yê sêyem de gelê kurd destkeftiyên gelek mezin bi dest xistiye û niha em dibinin gelê kurd xwe rêxistin kiriye û zilma dehaqan tune kiriye. Ev diroka heyî gelê Kurd navê xwe bi tîpê zêrin li dîrokê nivîsandiye. Divê em jî bizanibin ev qas êrîşçn li ser Kurdan pêktê ji ber ruhê agirê newerozê ye. ji ber wê Rêbertî dibêje ‘gelê Kurd gelek yê newrozê ye’ divê em li erk û mizyona xwe xwedî derbikevin. Em weke gelê mexmûrê banng li hemû Kurdan dikin ku li beramberî hemû zilm û zordariya li ser gelê kurd têbikuşin. Ji bo wê ji carek din em cejna Newrozê li tevayî gelê Kurd pîroz dokin.”
Koma Muzîk û govendê ya Kevana Zêrîn derket, li peyî wê şanoya li ser newrozê hat nîşandan, paşê jî Hunermend Diyar derket. Niha jî li ber dengê Hunermend Cemîl Kara govendê despêkiriye tê payîn heta saetên dereng şahî bi gerandina govendê bidome.