Li Mexmûrê ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê çalakiya greva birçîbûnê destpêkir

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 15’ê Sibatê, çalakiya Nobetê 3 rojan vegerandin çalakiya greva birçûbûnê.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 1’ê Sibatê de starta çalakiyên 15’ê Sibatê hat ragihandin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî de çalakiya Nobetê 3 rojan vegerandin çalakiya greva birçîbûnê. Piştî deqeyek rêzgirtine, daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel ya Mexmûrê Yûsûf Kara ve hate dayîn.

‘Ya ku bigihijê armanca xwe wê heqîqet, rastî, felsefe û pradîgrama Rêber Apo be’

Yûsûf Kara, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Di 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd wek rojek reş e. Hezên ku xwestin li Rojhilata Navîn û cihanê planên xwe pêkbînin li dijî Rêber Apo komployek navneteweyî pêkanîn. Bi dehan ciwanên me ji bo ev komplo sernekeve gotin ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ û canê xwe feda kirin. Wê komploger, faşîşt û xayîn negihijîn armancên xwe. Ya ku bigihijê armanca xwe wê heqîqet, rastî, felsefe û pradîgrama Rêber Apo be.”

‘Ev sê sale em ji Rêbertiya xwe agahî nagrin’

Yûsûf Kara, da zanîn ev 3 salin agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtîn û wiha got: “Ev demek dirêje ji bo qutkirina gel û Rêbertî tecrîdek girankirî heye. Divê em ev tecrîda girankirî bişkinîn, ji ber vê jî divê hemû gelê Kurd erk û berpirsyartiya xwe pêkbînin û azadiya fizîkî yê Rêbertiya xwe misoger bikin.”

Yûsûf Kara, diyar kir ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî de çalakiya Nobetê 3 rojan vegerandin çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Divê 7 salî heta 70 salî di vê pêngavê de cih bigrin û têkoşînek bê navber bimeşînin. Em wek gelê Mexmûr ew demek dirêje di nava pêngavê çalakiyan de ne û em dixwazin bi îradeyek mezin çalakiyên xwe mezin bikin. Ji ber vê yekê jî em ê çalakiya nobetê ya dabûn destpêkirin, ji bo sê rojan ango heta 15’ê Sibatê veguherînin greva birçîbûne û piştî 15’ê Sibatê em ê çalakiyên cur be cur li dar bixin. Em gelê Kurd bi felsefa û pradîgmaya Rêbertiya azad, azadiya xwe misoger bikin.”

Di daxuyaniyê de dûrişmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Kesek Nikare Roja me Tarî Bike” hatin berz kirin.

Piştî daxuyaniyê, çalakvanen greva birçîbûnê çalakî dewir girtin.