Li Mexmûrê dewreya perwerdê ya jinan bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Raperîn Amed a ku Akademiya Şehîd Jiyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo xebatkarên jin ên wargeha Mexmûrê dabû destpêkirin bi dawî bû.

Mexmûr – Dewreya Perwerdê ya Şehîd Raperîn Amed a Akademiya Şehîd Jiyan ku li Mexmûrê bi beşdarbûna 13 xebatkarên jin di 4’ê mehê de hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Di dewrê de li ser mijarên armanc û girîngiya perwerdeyê, jin û malbat, pirsgirêkên ku di nava jin û malbatê de tê jiyîn nîqaşên girîng hat meşandin û bi wê ve jî li ser mijarên şerê gelê şoreşgerî û zanabûna zayendî nîqaşên xurt hat meşandin.

Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Seadet Mijînî der barê armanca destpêkirina dewreya perwerdeyê de ji ajansa me re axivî.

‘Perwerde mejî zindî dihêle’

Seadet Mijînî diyar kir ku armanca wan bi perwerdeyê ew e ku ji bo pirsgirêkên di roja îro de jin bi wan re rû bi rû dimînin bibin bersiv û got: “Armanca me ya destpêkê bi vê perwerdeyê, ew e ku em pêrsgirêkên di navbera jin û zilam de nîqaş bikin, çareseriyê bibînin. Ji ber ku perwerde tîmarbûyîna mejî ye, zanabûn e, ji pirsgirêkên heyî re dîtina çareseriyê ye. Ji ber vê çendê kesên ku di perwerdeyan re derbas nebin, ji pirsgirêkên heyî re nikarin bibin bersiv. Ji ber vê armanca me bi vê perwerdeyê destpêkê ev bû. Akademî bi xwe cihê perwerdekirin û dayînê ye ango em hemû jinên li wargehê perwerdeyê re derbas bikin.”

Nîqaşên li ser jin û malbatê hat meşandin

Seadet Mijînî destnîşan kir ku jinên beşdarî dewreyên perwerdeyê dibin di destpêkê de bi kelecan in piştî ku dikevin nava mijarên tên nirxandin dixwazin dewre hîn zêdetir dirêj bibe û wiha berdewam kir: “Mijarên ku di vê perwerdeyê de hatin dayîn jî li ser perwerde, li ser jin û malbat, pirsgirêkên ku di navbera jin û malbatê de hene, pirsgirêkên di roja me ya îro de hatin nirxandin û bi wê ve jî şerê gelê şoreşgerî û zanabûna zayendî di vê çarçevoyê de perwerdeyek 10 rojan hat dayîn.”

Ezîma Avyanî jî beşdarbûna xwe ya ji bo dewreya perwedê wiha anî ziman: “Em çend jin hatine ji bo ku perwerde bibînin, gelek xweş e. Em derdên hev fêm dikin. Ger ku ez îro biçim cihekî û kesek ji min pirsan bike ji bo ku ez bikaribim xwe bînim ser ziman gelek girîng e.”