Li Mexmûrê çalakiyên 8’ê Adarê didomin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanên li Wargeha Penaberan a mexmûra ser bi bajarê Musilê ve rêze çalakî hatîbûn destpê kirin, ev rêzeçalakiyane bi çalakiyên cûr be cûr di domin.

Musil - Di binya Meclîsa Îştara Wargeha Mexmûrê de bi durûşmeya ‘Em jin xwe rêxîstin bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ Starta 8’ê Adarê hatibû diyarkirin. Îro jî di nava van rêzeçalekiyên ku Meclîsa Îştar dabû destpêkirin de bi semîner û organîsyona Meclîsa Gel a Demoqratîk dom dike.
Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê îro Meclîsa Gel a Demoqratîka Wargeha Mexmûrê ji bo endamên Meclîsa Îştar Xwarinek organîze kir. Endamên meclîsa Îştar ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve bi qert û çokolatayan hatîn pêşwazî kirin. Di vê organîsazyonê de axaftin ji aliyê hevseroka Meclîsa Gel a Demoqratîk Hecî Kaçan ve axaftin hat kirin. Di vê organîsazyona ji bo 8’ê Adarê de  Meclîsa gel a Demokratîk xelatek dîyarî Meclîsa Îştar kir.
“Emê li gorî giyana meha adarê tevlî xebatê bibin”
Paşê jî ji aliyê Meclisa Îştar ve ji bo gelê wargehê semînerek li ser giringiya 8’ê Adarê hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Rojîn Benek li ser 8’ê Adarê nirxandin kir. 
Rojînê bal kişand li ser giringiya 8’ê Adarê û wiha got: “Em derbazî meha Adarê dibin, sedemê kombona me weke jin pêwîste bi vê boneya em jin rexistinbûna xwe hin hîn xurtir bikin. Dema ku mirov temaşeyî demê dike divê em bi rihê meha Adarê tevbigerin û hîn zêdeti ji bo çareseriyê li ser pirgirêkên jinan lêhurbûn bikin.”