Li Mexmûrê bîranîna Hozan Mizgîn: Em ê li ser şopa wan bin

Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) di salvegera wê ya 32’emîn de bibîranîn.

Mexmûr - Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya salvegera bîranîna (Gurbet Aydin) ango Hozan Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê şevek ya bîranînê lidarxist. Beriya ku bîranîn were li darxistin ji bo tevayî giyanê pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Stêra Zêrîn Helena Babat axivî.

‘Emê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin’

Helena Babat di destpêka axaftina xwe de Hozan Mizgîn bi minetdarî bibîranî û wiha got: “Ji dîrokê heta roja îro em dibînin bi sedan qehreman û ciwanên Kurd di riya azadiyê de li ser vê xakê jiyana xwe ji dest dane. Emê heta dawî li ser riya wan dayî pêşiya me bimeşin. Rêbertî ji bo ku me bi şêweyek azad bide jiyankirin di girava Îmralî de liberxwe dide. Yê ku vê riyê, riya azadî û berxwedanê dayî pêşiya me Rêber Apo ye. Ji bo wê emê wek ciwanên Kurd li ser şopa Rêbertî bimeşin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Hozan Mizgîn hatî amedekirin, hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê jî koma Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND’ê stranên xwe pêşkêş kirin û bîranîn bi dawî bû.