Li Yezdê tayê xwînrijandinê belav dibe
Li parêzgeha Yezdê ya Îranê bûyerên tayê xwînrijandina Kirim-Kongoyê (CCHF) zêde bûn. Rayedaran ragihand ku ji destpêka salê ve 11 kesan girtiye, jineke 38 salî jiyana xwe ji dest daye û hişyarî dan ku xetere di dema serjêkirina ajalan de zêde ye.
Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Yezd ya Îranê zêdebûna bûyerên tayê xwînrijandina Kirim-Kongoyê (CCHF) hatiye ragihandin. Mesûd Şerîfî, Cîgirê Serokê Karûbarên Tenduristiyê li Zanîngeha Bijîşkî ya Yezd Şahid Sadukî, ragihand ku ji destpêka salê ve 11 kes bi vê nexweşiyê ketine û jinek 38 salî jî miriye.
Mesûd Şerîfî diyar kir ku di rojên dawî de di hejmara bûyeran de zêdebûnek heye. Navenda Tenduristiyê ya Yezdê di 19’ê Îlonê de 7 bûyerên piştrastkirî ragihand, lê pênc roj şûnda hat ragihandin ku ev hejmar gihîştiye 9’an.
Tayê xwînrijandina Kirim-Kongoyê, ku dikare ji ajalan derbasî mirovan bibe, dikare bi rêya gezandina kêzikên vegirtî an jî bi têkiliya bi xwîn û şilavên laşê ajalên nexweş re were veguhestin. Xetera veguhestinê bi taybetî di dema serjêkirina ajalan û amadekirina goşt de zêde ye.