Li Mêrsînê Komeleya Rojnamevanên Jin hat avakirin

Rojnamevanên jin ên li Mêrsînê, ji bo têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî ya li dijî newekheviyên zayendî, bêedaletî, mobîng û binpêkirinên mafan ên di jiyana xwe ya pîşeyî de dijîn bidomînin, Cemiyeta Rojnamevanên Jin ava kirin.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevanên jin ên li Mêrsînê dixebitin, di civîna çapemeniyê ya ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê li dar xistin de, ragihandin ku wan “Komeleya Rojnamevanên Jin” ava kirine. Rojnamevan Gamze Şîmşek ku daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend, diyar kir ku rojnamevanên jin, di nava şert û mercên ku ji gelek mafên xwe bêpar in de, neçar dimînin di hefteyê de zêdetirî 45 saetan bixebitin û bi mûçeyên kêm, ji kesên ku herî zêde di sektorê de rastî kedxwariyê tên in.

Jin bêhtir bi nexweşiyên pîşeyî dikevin

Gamze Şîmşek got: “Di van rojên ku patriyarka jiyana me weke torekê dorpêç kiriye, her aliyê jiyana me veguherandiye dojehê û her nefesa ku em ji bo jiyanê distînin veguheriye têkoşînê, jinên rojnamevanên ku di bin zext, sansur û desteserkirina mafan de hewl didin pîşeya xwe bimeşînin, bi mûçeyên kêm ên ku li saetên dirêj ên xebatê zêde dibin, têkoşîna xwe ya jiyanê di pîşeya xwe de didomînin. Gamze Şîmşek, anî ziman ku jinên bê ewlekarî dixebitin, ji mêran zêdetir bi nexweşiyên pîşeyî re rû bi rû ne.

‘Rojnamevanên jin tenê tên hiştin’

Gamze Şîmşek diyar kir ku di nava rojnamevanan de rêjeya jinên ku ji ber pîşeya xwe dikevin tengasiyê ji sedî 59, a mêran jî ji sedî 26,8 e û wiha got: “Jinên ku di van şert û mercên newekheviyê de dixebitin, neçar dimînin li kargehên xwe li dijî mobîngê têbikoşin. Rojnamevanên jin ên ku bi tena serê xwe, bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin û qenalên wan ên rêxistinê bi cezayên ji kar dûrxistin û girtinê tên girtin, tenê tên hiştin.”

‘Ji bo bidawîkirina bêrêxistinbûnê gavek e’

Gamze Şîmşek diyar kir ku bi pêngava ku li Mêrsînê avêtine armanc ew e ku dawî li bêrêxistinbûna xwe ya astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna Komeleya Rojnamevanên Jin e bînin û mil bi mil li dijî çapemeniya mêran rawestin. Gamze Şîmşek got: “Armancên sereke ya komeleyê ew e ku em bi hev re li dijî her cure zext û mêtingeriyê rawestin, da ku em pîşeya xwe ya ku ji aliyê rêveberên mêr ên ku bi polîtîkayên mêr ên hikûmetê ve tên destekkirin, pêk bînin û ji bo em bikaribin bibêjin ‘Em bi hev re xurt in’, rûmeta xwe ya pîşeyî biparêzin û di çarçoveya ‘exlaqê pîşeyî’ de pîşeya xwe bimeşînin.” Her wiha Gamze Şîmşek, bang li rojnamevanên jin ên ku hê ne girêdayî komeleyê ne jî kir ku bi hev re xwe birêxistin bikin.

‘Em ê li ser bingeha wekheviya zayendî zimanê nûçeyan biafirînin’

Gamze Şîmşek got: “Em li bendê ne ku hûn bi me re li dijî çapemeniya mêran çapemeniya femînîst ava bikin û bibêjin em bi hev re xurt in.” Gamze Şîmşek anî ziman ku Komeleya Rojnamevanên Jin wê li dijî pîvanên civakî yên bi fermana baviksalarî, hevkariya sermaye û mêr, rêveberan, têbikoşin û got: “Em ê hevgirtina pîşeyî, mafên jin û rojnamevanên LGBTI+ û zimanê nûçeyan li ser bingeha wekheviya zayendî, bi hev re ava bikin.”