Li Mêrdînê polîsekî jinek û zarokek qetil kir

Li navçeya Artûklûyê polîsê bi navê H.Ş. jina pê re zewicî M.Ş. û kurê wê K.H.Ş. qetil kirin.

Mêrdîn – Li lojmanên polîsan ên li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsê bi navê H.Ş. ku li Midûriyeta Polîsan a Bajêr wezîfedar e jina pê re zewicî M.Ş. û lawê wê K.H.Ş. (3) bi çekê qetil kirin. Polîs H.Ş. pişt re bi heman çekê întîhar kir. 

Li ser dengê çekan polîsên din ên li lojmanê rûdinin dema bi alîkariya kilîtçêker ketin malê her sê kes bi awayekî bi çekê hatine kuştin dîtin. Tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê sewqî cihê bûyerê hatin kirin tespîtkirin ku her sê kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. 

Piştî lêkolînên hatin kirin, tîmên tenduristiyê cenaze birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê.