Li Mêrdînê di salek de 20 jinan bi awayê gumanbar jiyana xwe ji dest da
Bajarê Mêrdînê di raporan de wekî sêyemîn bajarê Tirkiyeyê yê mirina jinan lê zêde ye, cihê xwe girt. Balkêş e ku bi taybetî mirina bi gumanbar a jinan zêdetir e. Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran, Bêrîvan Doker, teqez dike ku jin di her warê jiyanê de li bajêr tên paşguhkirin û dibêje ku dosyayên mirina jinan hema bêje bêyî ku werin vekirin û lêkolînkirin tên girtin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdîn- Li Tirkiyeyê kuştin û mirina bi guman a jinan her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistinên jinan teqez dikin ku bi taybetî piştî betalkirina Peymana Stenbolê êrîşên li dijî jinan zêde bûne. Li Tirkiyeyê bi rastî komkujiyek jinan heye ku rayedar paşguh dikin. Mêrdîn di nav van bajaran de yek cihên ku balê dikişîne ye.
Li gorî rapora Platforma Kuştinên Jinan Bisekinînin, Mêrdîn di nav bajarên ku kuştina jinan lê zêde ne, di rêza sêyemîn de ye. Rapora ku li ser bingeha Gulana 2020 û Gulana 2021’ê de hat amadekirin, eşkere dike ku di 12 mehan de 20 jinan jiyana xwe ji dest daye ku ji wan jinan, 18 ji wan bi awayeki bi guman jiyana xwe dest daye.
"Lêpirsîn bêencam dimînin"
Em bi Aktîvîsta Platforma Jinan a Mêrdîn Şahmaran Bêrîvan Doken re li ser şîdeta li dijî jinan a li Mêrdînê û mirina jinan a bi awayekî gumanbar axivîn. Bêrîvan Doken diyar dike ku di mirina bi awayekî bi guman a jinan de rola têkiliya di navbera malbat û civakê de heye, encamên ku ji newekheviya zayendî derdikevin sedema sereke ya van mirinan e û dibêje ku bi kûrtirbûna newekheviyê re, mirina jinan li bajêr zêde dibin.
"Zêdebûna şîdeta nava malbatê, bêtehemuliya ramanên jinan di civakê yan malbatê de û yên din tenê çend pirsgirêkên ku li Mêrdînê tên jiyîn in. Dema ku polîtîkayên pergalê dikevin dewrê, ji ber ku jin nayên nabin xwedî têgihîştin û çareserî nayên dîtin, ev mirin zêde dibin. Dema ku em li terzê civakî ya li bajêr mêze dikin, em baviksalariyê dibînin. Jin di hemû qadên jiyanê de tên qedexekirin û paşguhkirin. Dema ku em li mirina bi gumanbar jî dinêrin, dibînin ku piraniya bûyerên mirinê li malê çêdibin. Lêpirsînên piştî mirinê hatine destpêkirin bi pêşve naçin an jî bi gotina xwekuştinê, dosya tên girtin.”
"Pergal bi polîtîkayên xwe yên mêtinger cesaretê dide kiryaran "
Bêrîvan Doken diyar kir ku kuştina jinan a di heyama dawîn de zêde bûye û tu tedbîr nehatine girtin, encama siyaseta mêtinger a pergalê ye û balê dikişîne ser ku di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li ser jinan hîn zêdetir xuya bûye.
“Jin rasterast an jî bi awayên cuda ji hêla mêran ve tên qetilkirin. Pergala parastina zîhniyeta mêraniya ku jinan qetil dike mixabin mirina van jinan rewa dike. Kiryarên ku bûne sedema mirinê, ji hêla siyaseta bêcezatiyê ve tên teşwîqkirin, her roj li kuştinên jinan yeka nû zêde dike. Aliyek din ê vê pêvajoyê jî ew e ku jinên ji zilm û tundiyê nayên parastin ber bi xwekujiyê ve diçin."
"Divê em di xebatê de bi israr bin"
Bêrîvan Doken banga têkoşînê li dijî cînayetên jinan û polîtîkaya tecrîdê kir û got; "Divê em li dijî zîhniyeta ku me paşguh dike, polîtîkayên dijminatiyê li dijî me dimeşîne û hewl dide me hemkûmê mirinê bike, her dem di nava têkoşînê de bin. Li malê, li kolanê yan jî li ku derê bin divê em wek jinên li qadan hêzê bidin hev. Divê em di xebata xwe de bi israr bin û hêviya pêşerojeke ku mirina jinan lê çênebe, mezin bikin. "
MÊRDÎN: DI MIRINA JINAN DE, DI RÊZA 3’YEMÎN DE YE
Li Mêrdînê jinên ku bi awayekî bi guman û kiryarên wan nediyar di navbera Gulana 2020’an û Gulana 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane ev in;
* Zehra Yalçın 55 Di roja 31’ê Gulanê de li taxa Girêmîra ya gundewarê Nisêbînê bi awayekî guman jiyana xwe dest da. Di lêpirsîna berfireh de, hat hînbûn ku Zehra ji hêla merê ku di temenê ciwan de hatibû revandin û zewicandin ve bi salan rastî şîdetê hatiye.
* Sebahat Oral: Di roja 1’ê Hezîranê de li Qoserê bi awayekî bi guman jiyana xwe dest da .
* Şenaz Urun 19: Di roja 6’ê Hezîranê de li Midyadê bi awayekî bi guman jiyana xwe dest da.
* Sare Gok 21: Di roja 21’ê Hezîranê de dema ku li navçeya Xanika ya Midyadê pez diçêrand, bi awayek bi guman jiyana xwe dest da. Di rapora otopsiya Sare de, hat dîtin ku gelek şopên lêdanê li ser bedena wê hene.
* Saliha Adsoy 44: Di 27’ê Hezîranê de li Taxa Xirbêkeblo ya Artukluyê di bîra avê de mirî hat dîtin.
* Berfîn Alça: Di 28’ê Tîrmehê de li Qoserê bi awayek bi guman jiyana xwe dest da.
* Fadîle Asan: Di roja 15’ê Tebaxê de li Qoserê bi awayekî bi guman jiyana xwe dest da. Hat hînbûn ku Fadîle bi zorê bi xizmekî xwe re hatibû zewicandin.
* Kanite Eraslan 20: Di roja 26’ê Tebaxê de li Midyadê bi awayek bi guman jiyana xwe dest da.
* Kubra Ergul 20: Li mala xwe ya li Taxa Pîr Abbas a navçeya Dêrika Mêrdînê bi awayê bi guman mirî hat dîtin.
* Nazlı Can: Hat diyarkirin ku Nazli Can di roja 3’Îlonê de li bajarokê Ewêna yê Stewra Mêrdînê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hat îdîakirin ku Nazli Can ji balkonê ketiye, ne ji ber ketinê lê ji ber ku ew bi çek hatiye gulebarankirin jiyana xwe dest daye.
* 4’ê Kanûnê, Zekiye Shino, hevjînê wê Abdulvahap û zaroka wan a 5 salî Şîndar, piştî ku nîşanên jehrînê nîşan dan, rakirin nexweşxaneya taxa Îpekê ya Qoserê. Zekiye û keça wê Şîndar ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dan.
* Esma A. 36: Di 27’ê Çileya 2021’ê de, Şehmus A. jinbira xwe Faxriye A. û 2 keçên xwe hewl da ku li gundê Cavuşlu yê Midyadê wan bi çekê bikuje. 3 jinên ku di encamê de bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin. Hat hînbûn ku yek ji jinên birîndar Esma A. 36 tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe dest da..
* Havva Cevheroglu: Hat îdiakirin ku piştî zaroka xwe ya 3 mehî di 4’ê Sibata 2021’ê de li Mêrdînê winda kir, teşwîqê xwekuşitinê hat kirin.
* Ceyhan Dalar 28: Di 13’ê Sibata 2021’ê de, li Dêrika Çiyayê Mazî, ji ber tanga avê ya di hemamê de bi girtina cereyanê bi giranî birîndar bû. Ceyhan Dalar li nexweşxaneyê jiyana xwe dest da.
* Di 4’ê Adara 2021’ê de, jina 27-salî ya bi navê S. ku li Dibistana Amadeyî ya Pîşeyî ya Tenduristî ya Lokman Hekîm a li Midyadê dixebitî, demek dirêj agahî jê nehat girtin û hevalên wê polîs agahdar kirin. Dema polîs çûn mala S. Dîtin ku jiyana xwe ji dest daye.
* Gulbahar Asabay 25: Gulbahar Asabay di 15ê Adara 2021’ê de, di encama êrîşa çekdarî ya kes an jî kesên nenas li kolana Açelya ya navçeya Nisêbînê bi giranî birîndar bû. Gulbahar Asabay li nexweşxaneya ku wê rakiribûn jiyana xwe dest da.
*Navê wê nehat diyarkirin: Hat hînbûn ku jinek 32 salî ya bi malbata xwe re li taxa gundewarê Duruca yê Nisêbîna Mêrdînê dijiya serê sibehê bi guman jiyana xwe dest daye. (10 Nîsan 2021)
* Emîne Gokçen 50: Di 12’ê Nîsana 2021’ê de, Emîne Gokçen 50 ku li Taxa Selahaddîn Eyyubî ya li Qoserê dijiya, li balkona mala xwe mirî hat dîtin.
* Bedriye Kaynak 45: Hat hînbûn ku Bedriye Kaynak a li gundê Embar ê navçeya Artukluyê dijiya, di 22’ê Gulana 2021’ê de bi awayê bi guman mir. Hat diyarkirin ku Bedriye ji ser banê xaniyê ku lê dimîne ketiye û miriye, tîmên tenduristiyê ew rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
*Fehîme Erdem: 90: Di 25ê Gulana 2021’ê de, dema cîranên Fehîme Erdem a li Taxa Kotek a Artukluyê rûdinişt, demeke dirêj agahî jê negirtibûn, li deriyê wê xistine lê piştî ku derî venekiriye agahî dan tîmên tenduristî û îtfaiyeyê. Piştî ku îtfaiye çû malê derî vekirin, hat dîtin ku jiyana xwe dest daye.