Li Lubnanê Zeina Kanjo ji aliyê mêrê pêre zewicî ve hat qetilkirin

Bavê Zeina Kanjo ya ku ji aliyê mêrê pêre zewicîbû ve hatî xeniqandin ji mêrê kujer re cezayê darvekirinê xwest.

Navenda Nûçeyan – Şeva şemiyê li model Zeina Kanjo li mala xwe ya li Ain Mreisseh a li paytexta Lubnanê Beyrudê ji aliyê mêrê pêre zewicî Îbrahîm Ghazal ve hat xeniqandin. Bavê Zeina Mohamed Kanjo ji rojnama Lubnanê An.Nahar re axivî û diyar kir ku mêrê berê keça wî pêre zewicî bû jî şidet li wê dikir. Bavê Zeina da zanîn ku divê hêzên ewlekariya Lubnanê cidî li ser dozê bisekinin û cezayê darvekirinê bidin kujer.