Li Lubnanê polîtîkayên bêcezatiyê qetlîamên jinan zêde dike

Aktîvîstên jin ên balkişandin ku li Lûbnanê ji ber nebûna cezayên bibandor qetlîamên jinan zêde dibe, bang li hikûmetê kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrût – Li Lubnanê qetlîamên jinan zêde dibe, rayedaran der barê çareseriyê de berpirsiyariyên ku dikevin li ser xwe pêk naynin. Herî dawî di 25’ê Gulanê de jina bi navê Ragia Al-Akoûm a 49 salî ji aliyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêveberê berê yê navenda polîsan a bajarê Sîdonê Alî Al-Akoûm ku hevberda bû ve hat qetilkirin. Jinên ku li Lubnanê di sazî û rêxistinên cuda de cih digrin, zêdebûna tundiya li dijî jinan û qetlîamên di pêvajoyên dawî de li welat rû didin nirxandin.

Koordînatora weşanê ya ajansa Sharîka Walaken Rojnameger Meryem Yaghî, bi van gotinan tiştên tên jiyîn vegot: “Îro em bi qetlîama Ragia Al-Akoum ku bi awayekî zanebûn hat kirin re rû bi rû ne û her wiha me şahidê bûyera qetilkirina 3 keçan û dayika wan li bajarokê Ensar jî. Em bi bêrûmetkirina jinên hatine qetilkirin ya di civakê de û hincetkirina komkujiyan re rû bi rû man. Qetlîamên jinan bi hevkariya hiqûqî, siyasî û olî tê rewa kirin. Piştî guhertinên di qanûnan de hatin pêkanîn, kiryar bi hincetên weke'namûs' û 'derbaskirina cinetê' qetlîamê rewa dike. Kiryar bi guhertinên qanûnî re cezayên sivik distînin. Parêzerên ku kiryaran diparêzin jî bi gotinên "pirsgirêkên wî yên derûnî heye" hewl didin ku kiryar cezayên kêm bistînin. Bi gelemperî rêbazek ku kiryar bikartîne ye.”

Der bare tundiya nava malê de xetek alîkariyê hat vekirin

Seroka Komeleya Sendikaya Jinên Pêşverû Manal Saed, xwest mekanîzmayên parastina jinan pêktînin bên pêkanîn û diyar kir ku divê ji kiryaran re cezayên bibandor bên dayîn. Manal Saed wiha got: "Pêwîste hikûmet ji bo li Lubnanê jinan biparêze û ji bo hişyarkirina tundiya nav malê û rêyên têkoşîna li dijî vê mudaxale bike û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ji ber hejmarek zêde jinan serlêdanê komeleyê kirin, em neçar man ku li dijî tundiya malbatê xetek telefonê vekin. Komeleya ku pirsgirêkên jinên serlêdan kirine guhdar dike, li gorî pirsgirêkên jin dijîn piştgiriya hiqûqî û derûnî pêşkeş dike. Hin jin di mijarên cuda de alîkarî dixwazin. Em jî li gorî mijaran bi komeleyên din re dikevin nava têkiliyan de.”

'Divê ji kiryaran re cezayên herî giran bê dayîn'

Parêzer Rania Ghaith xwest di Qanûna Tundiya Nava Malbatê de guhertin bê pêkanîn û balkişand ku divê rayedarên pêwendîdar tedbîrên hin cidîtir bigirin. Rania Ghaith bal kişand ser bandorên tundiya mêr ya li ser jin û civakê û diyar kir ku ji bo ku edaleta civakî pêk were divê cezayên herî giran li kujerên jinan bên dayîn. Rania Ghaith wiha axivî: “Civak di vê mijarê de roleke bingehîn dilîze. Bi taybetî jî ji bo qetlîama jinan bihincet bike, zextê li ser malbata jina ku hatiye qetilkirin dike û kiryar bê efû kirin de zextan dike. Li hemberî vê rewşê divê malbata jina ku hatiye qetilkirin bê piştgirî kirin û li dijî bêedaletiyê em dengê xwe bilind bikin. Divê civak, çapemenî û raya giştî ji bo di qetîamên jinan de kiryar cezayê ku heq dike bigre, hin zêdetir bi hestiyarî nêz binin.”

'Em di nav civakeke baviksalar de dijîn ku polîtîkaya bêcezatiyê teşwîq dike’

Parêzer û endama rêxistina "Ji Tundî û Kedxwariyê  re bes e" Fatima Al-Haj diyar kir ku ew wek rêxistin bûyerên tundiya li ser jinê dişopînin.  Fatima Al-Haj da zanîn ku di sala 2023'an de 9 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine qetilkirin an jî ber bi xwe kûjiyê ve hatin xirikandin û diyar kir ku gelek bûyer jî tên veşartin. Fatima Al-Haj wiha got: "Der barê sûcê dawî ya komele şopand de, tîmek ji komeleyê ji bo şopandina bûyerê û girtina kujer jî bi rayedarên pêwendîdar re têkilî danî, lê tê îdiakirin ku kujer bê sûc e. Di her bûyera cînayetê de beriya kiryar bê girtin hincetên curbecur tên pêşbinî kirin. Em dibînin ku em di civakeke baviksalar ku polîtîkaya bêcezatiyê teşvîk dike de dijîn.”

'Kiryar cînayetê sê mehan plan kiriye’

Fatima Al-Haj, anî ziman ku ji ber hişmendiya mêr qanun bi awayekî lez û bez nayên pêkanîn û wiha got: “Di sûcê dawî de kiryar herî dawî hat girtin û em hîn di qonaxa lêpirsînê de ne. Em nikarin wek parêzer di dosyaya ku dayikek û keça wê hatin qetilkirin de nêrînê bidin. Di qetlîama Ragia Al-Akoûmê de ji bo kujer hincet hatin gotin û ji bo lêkolînkirina rewşa derûnî ya wî komîteyek hat avakirin. Kujer endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî û şefê berê yê navenda polîsan li bajarê Sidonê bû. Ango mirovek hiqûqê bû û dozên cînayetên jinan jî di nav de heman lêkolîn dikir. Kujer ji bo pêkanîna cînayetê sê mehan plan kiriye. Hate hinbûn ku her çend Ragia Al-Akoûm ji hêzên ewlehiyê re ragihand jî ku rastî gefan jî tê, girtîname nehatiye girtin û nehatiye gotin ku daxwaza parastinê bike.”

Fatima Al-Haj, bal kişand ser girîngiya ji bo bilindkirina dengê civakê li dijî tundiya li ser jinê pêkanîna çalakiyên hişyariyê. Fatima Al-Haj, xwest li dijî tundiya li ser jinan rêziknameyên qanûnî bên pêkanîn û got ku di sala 2022’an de komek parlamenter Qanûnek Kesayetiyê ya Yekbûyî ku referansa peymanên navneteweyî dike, pêşkêş kirin. Fatima Al-Haj di dawiya axaftina xwe de daxwaz kir ku gorî Qanûna Parastina Jin û Endamên Malbatên yên din ku beşeke ji qanûna cezayê ye, cezayên herî giran li berpirsê sûcê bê dayîn.