Li lojmana polîsan jinek hat qetilkirin

Jina ku li lojmana polîsan a Manîsayê bi awayekî bi çekê hatiyê gulebarankirin hat dîtin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Demîrcî ya Manîsayê jina bi navê Y.A a 26 salî li lojmana polîsan bi çekê hat qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin bûyer li lojmana Midûriyeta Emniyetê ya Demîrcî qewimî. Tîmên ku piştî bihîstina dengê çekê çûn daîreya ku komîserekî li midûriyeta emniyetê ya navçeyê dixebite dima û Y.A bi awayekî çekê hatibû gulebarankirin dîtin. Jin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Demîrcî ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku piştî bûyerê komîserê di daîreyê de jiyan dikir hat binçavkirin.