Li Kurdistana Federal di salekê de 895 jinan serî li stargehên jinan dan

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Kurdistana Federal di sala 2022’an de 895 jinan serî li stargehên jinan dane.

Navenda Nûçeyan – Wekî gelek welatan, li Herêma Kurdistana Federal jî tundiya li ser jinan zêde dibe. Li Kurdistana Federal, Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, der barê jinên di sala 2022’an de serî li stargehên jinan dane de, agahî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 895 jinan serî li stargehên jinan ên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û Germiyanê dane û wiha hat gotin: “Piştî serlêdanan rê û rêbazên qanûnî hatin şopandin. Jin ji bo ku rastî tundî û gefên mêran neyên li stargehan hatin bicihkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li Hewlêrê ji sedî 28, li Silêmanî ji sedî 43, li Duhokê ji sedî 28 û li Germiyanê jî ji sedî 1’ê jinan di stargehên jinan de hatine bicihkirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku her çendî gelek caran hat xwestin jî li Helebce û Rêveberiya Soranê stargeh ji jinan re nehatine çêkirin.