Li Kongoyê ji ber lehiyê hejmara miriyan zêde dibe

Di lehiya li herêma Kîvû ya Başûr a Komara Demokratîk a Kongoyê de bîlanço girantir dibe. Hat ragihandin ku hejmara miriyan herî kêm 400 e.

Navenda Nûçeyan - Li herêma Kîvû ya Başûr a Komara Demokratîk a Kongoyê di lehiya ku piştî barana zêde ya 4’ê Gulanê derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Bushushu û Nyamukubi herêmên ku herî zêde ji lehiyê bandor bûne bûn. Ji roja Yekşemê ve, jimara miriyan li welêt gihîşt 400’î.

Rêxistinên sivîl ragihandin ku ji ber ava çem zêdeyî 4 hezar û 300 kes winda bûne. Lê belê ev agahî heta niha ji aliyê rayedaran ve nehatiye piştrastkirin.

Bîlanço ne diyar e

Her yek ji zêdetirî 500 malbatan ji buroya ku li navçeya Nyamukubi hatiye avakirin re ragihand ku herî kêm 3 endamên malbatê winda ne. Hat diyarkirin ku ji herêmên din jî gelek serlêdanên xisarê hatine kirin. Di rewşa heyî de bîlançoya rastî nehatiye zelalkirin.

Li Ruandayê di destpêka hefteya borî de lehiyê herî kêm 131 kes miribûn û bi hezaran xanî hilweşiyabûn.