Li Kobanê û Qamişlo pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li Kobanê û Qamişlo bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî hatin li darxistin.

 
Navenda Nûçeyan - Bi boneya 4’ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên weke meş, çandina daran û şahî hatin li darxistin. Îro jî bi mûnasebeta vê rojê şahiyên girseyî li sernserî bajar û navçeyên herêmê  hatin li darxistin. li Qamişlo û Kobanê şahiyên pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene.
Kobanê 
Rêxstina Kongreya Star li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê dikeve ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekê lê ma ye, şahî birêxstin kir. Di şahiyê de bi sedan ji şêniyên Kobanê, şervanên gaziyên YPJ û YPG`ê, Endamên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiyên Siyasî û saziyên civaka sivîl amedebûn. Gund bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hate xemilandin. 
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê despêkir. Piştre li perespektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di derbarê azadiya Jin de hate guhdar kirin.
‘Ji bo rêber Apo em ê têkoşîna azadiyê bidomînin’
Endama Rêveberiya Kongreya Star Raperîn Dêrîk roja 4’ê Nîsanê li tevahî beşdarvana pîroz kir û wiha got: "Em rojbûna Rêber Apo wiha digirin dest vejîna Gelê Kurd, Jin, civak, ax, azadî û edaletê ye. Bê gûman heta em gihîştin vê gavê me gelek bedel dan û têkoşîneke mezin da nîşandan. Ev zayîn bû bingeha şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser û yekîtiya Gelan. Xeterî li ser vê zayînê heye hêzên hegomonîk dixwazin zayîna heqîqet û azadiyê têk bibin, ji ber vê dem dema azadiyê ye êdî bese ji jiyana bê Rêber Apo re. Divê em Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve rizgar bikin û têkoşîna xwe bi hêztir bikin. "
Piştre Endama Kongreya Star Madlên Şêx Xidir peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwend. YPJ`ê di peyama xwe de Soza bilindkirina têkoşîna bi cih anîna xeyalên şehîdan pêk anîn û sala 2021`an kirina sala azadiya fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gelê Kurd.
Her wiha Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Bekir Hec Îsa wiha nêrîna xwe anî ziman: "Weke Gelê Kurd pêwstiya me bi rêberekî hebû, 4`ê Nîsanê jî rojbûna rêberê me ye. Pergala niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava tê jiyîn, ji berhemên Rêber Apo ye. Ji lewra em ê weke PYD`ê xwedî li bîrdozî û pergala rêberê xwe derkevin."
Piştî axaftinan bernameya şahiyê wiha bi rêve çû. Koma şehîd Barîn ya muzîkê, helbestvan Hemê Kobanê, Koma şehîd Hevrîn ya Muzîkê, Koma şehîd Silava ya govendê, hunermed Sîpan Xelat, Koma Botan ya muzîkê û herî dawî helbestvan Birîndar Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Qamişlo 
Bi mûnasebeta 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo şahî li darxisitn. Şahî li stadyoma Heysem Kiço ya taxa Erbewiyê li bajarê Qamişlo hate çêkirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgiritn ji bo giyanê pakrewanên azadiyê despêkir. Paşê li ser navê Kongreya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo axaftin kir.
‘Rêber Apo azadî, wekhevî û nasnemeyeke nû pêşkêş kir’
Gulîsta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û ev yek anî ziman: “Rojbûna Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de tê wateyeke pir girîng bi taybet ji bo Gelê Kurd. Rojbûna Rêber Apo ji mere azadî, wekhevî û nasnemeya nû pêşkêş kir. Di sedemên hatine jiyankirin de, hertim kesên zane û xwedî fikir di civakan de derketine, em jî weke Gelê Kurd xwedî şensekî mezin in ku Rêber Apo rêberê meye. Rêber Apo bi fikir û zanebûna xwe karîbû li hember sîstemên cîhanê yên faşîst bisekine û xwedî helwest be. Rêber Apo di girava Îmraliyê de jî mirovekî pêşeng û zane ye, loma di bin tecrîdeke giran deye. Îro tevahî cîhan hesabê vê yekê dike, fikir û felsefeya Rêber Apo bûye çare ji tevahî pirsgirêkên civakan re. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi taybet weke jin me fikirê Rêber Apo pêk anî û bû esasê serkeftina vê şoreşê. Bi saya felsefeya Rêber Apo jina kurd bû xwedî îradeyeke mezin û di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de reng û dengê xwe daye der.”
Paşê koma Stêra Zêrîn a stranan û koma Sakîna ya xweser girêdayî çand û hunera Mihmed Şêxo stranên şoreşgerî gotin. Koma Botan ya stranan, stranên der barê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşkirin. Her wiha koma Şehîd Welat a govendê, govenda xwe lîstin. 
Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.