Li Kobanê û Şehbayê cejina zimanê Kurdî
Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li Şehba û Kobanê şahî hat li dar xistin.
Navenda Nûçeyan - 15'ê Gulanê Roja Cejina Zimanê Kurdî li herderên ku Kurd lê dijîn bi şahiyan tên pîroz kirin. Bi heman wesîleyê li bajarê Kobanê û Şehbayê bi şahiyekê girseyî ev roj hate pîroz kirin.
Bi boneya roja zimanê Kurdî îro Zanîngeha Kobanê û desteya perwerdeyê ya Kantona Kobanê şahiyek bi dirûşma "Zimanê Kurdî, bersiva herî xurt ji serkeftina şoreşa Rojava re ye", li darxistin û pîroz kirin. Bi dehan mamoste, xwendekar û gelê Kobanê beşdarî şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mamosta Viyan Amara, alên Tevgera xwendekarên zanîngeha Kobanê, Desteya Perewerdê, Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Li ser navê Zanîngeha Kobanê û dibistanan axaftin hatin kirin.
"Ziman yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye"
Di derbarê girîngiya vê rojê de Mamosteya Ziman û Wêje ya bi navê Xalîse Hesin wiha behsa girîngiya ziman kir: " Bi kêfxweşiyeke mezin ez vê rojê li her xwendekar, Mamoste û kesên ku ked ji bo ziman dane pîroz dikin. Îro em gelekî kêfxweşin, ji ber ku em tîpên kurdî bi kar tînin. Ya herî xweş û baş ewe ku em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî dikin. Her wiha ez sipasiya her Mamosteyekî ku ked daye an jî şehîd ketiye dikim. Ez soz didim ku ez ê rêya wan bişopînim, her çendî dagirker bixwazin zimanê me qir bikin, lê em bi israrin ku em hîna asta ziman mezintir bikin. Yek j destkeftiyên şoreşa Rojava zimanê Kurdî ye."
Piştî axaftinan koma muzîkê ya peymangeha Şehîd Zozan sitran pêşkêş kirin, helbest ji aliyê xwandekarên Zanîngeha Kobanê ve hatin xwendin, di heman demê de şano û pêşbirk ji aliyê xwandekaran ve hat pêşkêş kirin. Paşê koma Firat û Dicle ya muzikê sitran gotin.
Li Şehbayê Cejina Zimanê Kurdî bi şahiyekê hate pîrozkirin
Bi dirûşma "Bi rihê 15'ê Gulanê em ê vegerin Efrînê" Desteya Perwerdehiyê ya herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek ji bo Cejina Zimanê Kurdî li dibistana navçeya Ehdas a Şehbayê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Di şahiyê de tevahî mamoste, xwendevan û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Her wiha pankertên bi nivîsa "Xwedî derketina li ziman misogeriya rizgariya welate","Jinên kurd dîroka berxwedanê ne, pêşengên azadiyê ne","Netewa ku ji xwe hez dike, xwe nas dike ji zimanê xwe jî hez dike" û cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewan Egîd û Rûken Zerdeşt hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin despêkir. Paşê Wezîra Desteya Perwerdehî ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl axivî.
"Ziman hebûna gelan e"
Bêrîvan Xelîl cejina zimanê kurdî li gelê kurd pîroz kir û got: " Em cejina zimanê kurdî di serî de Rêber Apo û pakrewanên azadiyê pîroz dikin ku em bi saya wan îro bi awayekê aram cejina xwe pîroz dikin. Ziman nasnameya hebûna gelan e. Niha em koçberin ruxmê wê jî di nava rewşa koçberî de em xwedî li zimanê xwe derdikevin ev yek jî destkeftiya herî mezin e. Me bi berxwedaniya xwe bersiva herî tund da dewleta tirk a dagirker û me zimanê xwe hemû şert û mercên zehmet de parast. Em herdem parastina zimanê xwe ji qirkirinê bikin."
"Di rewşa koçberî de xwedî li zimanê xwe derdikevin"
Hevseroka meclîsa Rêvebir a herêma Efrîn Şîraz Hemo derbarê girîngiya fêrbûna zimanê dayikê de nêrîna xwe wiha bi lêvkir: "Em Cejina Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz dikin. Em keda mamosteyên ku hewildana zimanê xwe ji pişaftinê diparêzin û fêrî nifşên nû dikin pîroz dikin. Di heman demê de berxwedanî û serkeftina herî mezin ew e ku em di rewşa koçberî de xwedî li zimanê xwe derdikevin."
Paşê mamoste Ezet Hebel û Berfîn Ehmet li ser zimanê kurdî helbest xwendin. Ji aliyê koma şehîd Hevrîn şanoyek li ser xewin û xeyalên zarokan û koma berxwedan şanoyek li ser ziman û girîngiya wê pêşkêş kirin. koma şehîd Kendal a gundê Til Qireh stran pêşkêş kirin. Koma kampa berxwedan a govendê, govendên xwe pêşkêş kirin. Her wiha 4 xwendekarên ku bi temenek mezin hînî zimanê kurdî bûne, ji aliyê Desteya Perwerde ve hatin xelat kirin.