Li Kobanê têkildarî 25’ê Mijdarê komxebat hat lidarxistin
Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de komxebatek li Kobanê li dar xist.
Kobanê – Li kantona Firatê çalakiyên bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dest pê kirin. Kongra Star komxebatek bi beşdariya bi dehan jinan li Eywana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya li bajarê Kobanê li dar xist.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn bal kişand ser siyasetên pergalên desthilatdar ên li ser jinan û got tevahî pergalên serdest xwest jinan li gorî xwe bi rê ve bibin.
‘Rêber Apo riya azadiyê nîşanî me da’
Macîde îşaret pê kir ku li seranserî cîhanî jin bi dirûşma "Jin, Jiyan Azadî" ji bo azadiyê têkoşînê dikin û ev bang kir: "Divê em di 25`ê Mijdarê de asta xwe ya têkoşînê bilindtir bikin da ku em bikarin azadiya xwe misoger bikin. Li her aliyê cîhanê jin li hemberî zîhniyeta 5 hezar salî tê dikoşin. Ew têkoşîn jî bi saya fikra Rêber Apo ye. Rêber Apo di nava her mercê de û li dijî wê desthilatdariyê de rêya azadiyê nîşanî me da. Em ê jî bi hêza Rêber Apo bi ser bikevin û bi saya Rêberê xwe em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya Rêberê xwe yê fîzîkî misoger bikin.”
Hevseroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Firatê Şevîn Qolexasî jî bal kişand ser tundiya li ser jinan û got: "Li seranserî cîhanê rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye. Li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin kiryarên dermirovî li dijî jinan tên kirin; jin tên revandin û tecawizkirin.”
Şevîn Qolexasî li dijî tundiya li ser jinan banga mezinkirina têkoşînê kir û got: "Ev jî bi fikrê Rêber Apo mîsoger dibe.”
Rêvebera Navenda Piştgiriya Piskolojîk a Kantona Firatê Narîman Silêman jî îşaret bi berxwedana jinan a li hemberî tundiyê kir û wiha domand: “Li hember tundiyê berxwedana jinan bê navberdewam dike. Va ye jin bi saya Rêber Apo û felsefeya wî ya jin, jiyan, azadî di qadên siyasî, leşkerî, civakî û hwd de rola xwe pêk tînin.”
Encamnameya komxebatê
Piştî axaftinan encamnameya komxebatê hat aşkerekirin.
Berdevka rêxistina Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş encamname xwend wiha got: "Bi rihê Berxedana Serdemê û di şexsê her sê xwişkên Mîrabal ta jinên têkoşer ên ji bo azadiyê bûne armanca pergala desthilatdariyê û bûne nasnemeya berxedana jin û gelan ,em 25ˈê Mijdarê pêşwazî dikin. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro ji bo aliyê Kongra Star, partiyên siyasî û Desteya Jinan ve komxebatek hat lidarxistin. Komxebat bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi beşdariya jinên di nava partiyên siyasî , Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xwaser û jinên ciwan hat lidarxistin. Komxebat ji bo nirxwandina û analîzkirina rewşa giştî ya cihanê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora şerê kapîtalîzmê û şerê taybet ser jin tê kirin û rêbazên bi dawîkirina şideta li ser jinan û bidestxistina azadiyê pêk hat.
Ji hezarên salan ve li seranserî cîhanê tevahî cureyên tundiyê; fîzîkî, hestiyarî, derûnî, aborî, tecawizkirin û zewicandina di temenê biçûk de, li ser jinan tê meşandin û her ku diçe zêdetir dibin. Di bin navê namûsê jin tên qetilkirin û şerê taybet li dijî wan tê meşandin.”