Li Kobanê starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn
Bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê, Kongreya Star ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê bi dirûşma "Têkoşîna me temînata şoreşa jinê ye" starta 8’ê Adarê da.
Kobanê- Di 8’ê Adara sala 1857’an de li bajarê Emerîkayê New Yorkê 40 hezar karkerên jin ên di kargeheke tekstîlê de dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe dest bi grevê kirin. Daxwaza wan ew bû ku saetên kar kêm bibin û heqdestê wan wekhev bê dayîn. Ev grev çalakiya jinan a herî girseyî bû di wê demê de. Ji bo çalakiyê rawestînin polîsan êrîşî jinan kir, her wiha bi piştgiriya rêveberiya kargehê polîsan deriyê kargehê li ser jinan kilît kir. Piştî wê di kargehê de şewat derket, ji ber karker di dema şewatê de nikaribûn bendên ku li ber kargehê hatibûn danîn derbas bikin, nikaribûn ji şewatê rêzgar bibin. Di kargehê de 129 jinan di nav agir de jiyana xwe ji dest dan. Çapameniya Emerîkayê helwesta rêveberiya kargehê û polîsan ji civakê veşart. Lê tevî vê yekê jî 10 hezar kes tevli merasîma cenazeyên jinên di kargehê de jiyana xwe ji dast da bûn.
Kongreya Star bi destpêkirina xebatên 8'ê Adarê re, îro wêneyên şehîdên komkujiya Helincê li ser riya gundê Helincê li çerxerêya gund danîn. Di çalakiyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim axivî.
`Bi ruhê şehîdên Helincê em dest bi pîrozbahiyê dikin`
Rewşen Hacim da zanîn ku bi têkoşîna 8'ê Adarê re wê her jin di nav têkoşînê de bin û wiha domand: "Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê em şehîdên komkujiya gundê Helincê bi bîr tînin û bi vê armancê em dest bi pîrozbahiya 8’ê Adarê dikin. Jinan bi têkoşîna xwe hişt ku êdî destdirêjî li jinan neyê kirin. Di dawiya sala 2020'an de heya roja me ya îro jî gelek jin rastî tundiyê hatine. Jinên siyasetmdar, pêşeng û zana ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin. Bi wesîleya 8’ê Adarê em dixwazin hemû jinên pêşeng bi bîr bînin û têkoşîna xwe diyarî van sembolên azadiyê bikin."