Li Kobanê pêşenga şitlên gulan hate vekirin
Desteya Rêveberiya herêmî û Ekolojî ya Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengeheke gulan vekir û têde 200 cureyên cuda ji şitlê gulan hate pêşkêşkirin.
Kobanê- Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê li şitilxaneya Kobanê pêşengeha gulan vekir. Di pêşngeha ku wê du rojan bidome 200 cureyên gulan ji Beybûn, gerdîniya,kaktus,rîhan, yasmîn û gelek cureyên din hatin pêşkêş kirin. Di derbarê armanca pêşengehê de Rêveberiya şitilxaniyê Xûnav Elî ji mere axivî
Xûnavê behsa pêşengehê kir û got: "Ev du meh in em amedekariya vê pêşengehê dikin, lê ji ber şert û mercên belavbûna vîrûsa COVID-19 me pêşeng dereng vekir. Di pêşengehê de 200 cure gul hene. Armanca me ji vê pêşengehê zêdekirina girêdana gel ya bi xwezayê re û rûnişkandina çanda çandina gulan e. Ji ber vê piştî du rojan dema ku pêşeng bi dawî bibe deriyê şitilxaneyê ji tevahî gelê me re vekiriye."