Li Kobanê konferansa jinên ciwan hat li dar xistin
Jinên ciwan yên kantona Kobanê bi boneya 8'ê Adarê konferansa bi navê "Jin, jiyan, azadî" lidar xist. Jinên ciwan konfransa xwe diyarî serhildana Rojhilatê Kurdistanê kir.
Kobanê- Yeketiya jinên ciwan ya herêma Firatê, bi boneya 8'ê Adarê bi dirûşmeya" jin, jiyan, azadî" û bi sedan jinên ciwan û jinên saziyên Rêveberiya Xweser Li cihê TEV-DEM’ê Konferansa bi rêxistin kir. Di Konferansê de wêneyên şehîdan û wêneyên Jina Emînî yê ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî qetilkirin hat dalqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Endamê Koordînesyona Kongireya Star Macîda Hesûn ve hat kirin. Her wiha perpestifên rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ,nivîsên der barê 8'ê adarê û sînevîzyon tameşekirin.
"Emê serî netewînin û hemû rojên xwe veguherînin 8'ê Adarê"
Macîde Hesûn wiha got" 8"ê Adara îsal bi slogana Jin Jiyan Azadî tê pêşwazîkirin. Jîna emînî û jinên Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya serhildanên azadiyê kirin. Çawa ku jin beriya niha roja 8'ê Adarê bidest xistin, emê jî bi bîrdizoya Rêber Apo û felsefeya Jin Jiyan Azadî, azadiyê misoger bikin. Ji lewra emê serî netewînin û hemû rojên xwe veguherînin 8'ê Adarê. Ji vê yekê re me weke jin tirs xistiye dilê pergalên mêr-dewlet, ji lewara jinên pêşeng bê navber tên hedefgirtin. Têkoşîn û berxwedana me ya li hember faşîzmê wê dewam bike"
Konferans bi silogana "jin, jiyan,azadî" bi dawî bû.
Jinên ku beşdarî Konferansê bûn di der barê 8'ê Adarê ji ajansa me re axivîn
"Slogana jin,jiyan azadî bi cîhanî bû"
Berdefka yekîtiya jinên ciwan ya herêma Firatê Feryaz Temî da zanîn:" bi slogana Jin,Jiyan, Azadî bi taybet ku Rêber Apo ji bo jinên tevahî cîhanê dayî û bi qetilkirina Jîna Emînî ya ku jinên li Rojhilatê Kurdistanê ku bo slogana Jin Jiyan Azadî bi hezaran gel rabûn serhildanan û çalakî kiri, Jinên ciwan bi vê sloganê gelek çalakî dane meşandin. Her jina ku tên qetilkirin, eşkencekirin û di zilm û zehmetiyê de derbas dibe ku em bikaribin wan jinan bi rêxistin bikin ji ber ku ev erka me ya sereke ye. Her wiha şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê naskirin ji bo vê jî di vê em vê şoreşê bikin azadiya hemû jinan. Ji bo erdhêjê me tu pîrozbahî emede nekir ji bo 8'ê Adarê lê me pêwîstî dît ku em Konferansa bi slogana Jin,Jiyan,Azadî rêxistin bikin. Bernemeya ku me amedekirî perspektîfên Rêbertî der barê jin de ji ber ku dibêje karê ku min di nîvîda hişt divê jin bi rêve bibe. Her wiha nîqaş ji bo 8'ê Adarê wê werê kirin û sînevîzyon werê dayîn."
‘Dijmin nikare me dûrî fikir û felsefeya rêbertî dûr bixwe’
Endama Jinên Ciwan Dicla Hesen wiha got:" Me îro Konferansek ji bo 8'ê Adarê li dar xistiye. Em vê Konferansê diyarê Serok Apo û tevahî jinên cîhanê dikin û bi taybet jinên li Rojhilatê Kurdistanê dikin. Rêbertî her tim behsa azadiya jin dike, lê jinên Kurd xwe îsbat kirin û azadiya xwe mîsoger kirin. Em 8'ê Adarê bi moral pêşwazî dikin û bi wateye ji bo me ji ber ku sal sala serkeftinê ye. Lê bila dijmin bizani be ku ew tu carî nikare bi siyaseta xwe ya qirêj jinên Kurd dûrî maf û serhildanan bixwe, ji ber ku em wek jin li pêy fikir û felsefeya Rêber Apo ne."