Li Mereşê pakêtên paqijiyê li sedan jinan hatin belavkirin

Meclisa Jinan a KESK’ê ya Îzmîrê di rojekê de li Mereşê xwe gihand 700 mexdûrên jin ên erdhejê û pakêtên paqijiyê belav kirin, mexdûrên erdhejê ji bo hevgirtinê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Mereş - Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) Meclisa Jinan a Îzmîrê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê piştgirî da jinên ku li Mereşê ji ber erdhejê ziyan dîtine. Pakêtên jinan ên di TIR'a binevşî de ku di saetên sibehê de gihiştin navenda koordînasyonê ya bajaroka Narli ya navçeya Bêzarcix a Mereşê, piştre birin gund û taxan.

Mexdurên erdhejê bi piştgiriya gel radibin ser piyan

Endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Îzmîrê bi sê tîman çûn tax û gundan û bi mexdûrên jin ên erdhejê re guftugo kirin. Mexdurên jin ên ku ji erdhejê xilas bûn serpêhatiyên xwe parve kirin û kêfxweşiya xwe ji bo hevgirtinê anîn ziman. Jinan diyar kirin ku piştî erdhejê dewlet alîkarî nedaye gundan û diyar kirin ku ji roja destpêkê û vir ve bi piştgiriya gel xwe li ser lingan girtine. Li gundê Sogûtlerê yê bajarokê Narliyê ku jinan zerereke mezin dît, mexdûrên erdhejê diyar kirin ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) di roja 9’emîn a erdhejê de gihîştiye gund wiha pirskir û got: “Ger ciwanên Wanê karibin roja piştî erdhejê bigihijin vir, çima AFAD’ê nikarîbû xwe bigihîne vê derê?”

Gihiştin sedan jinan

Di serdanên rojekê de jinan 16 gund serlêdan kirin û li 450 jinan pakêtên paqijiyê belav kirin. Her wiha jinan li taxên Îsmet Paşa û Bahçelîevler ên Narliyê li 250 jinan pakêtên paqijiyê belav kirin.