Li Kobanê ji bo zarokan perwerdeyên pîşeyî û fikrî

Akademiya Şehîd Emgihan Cûdî ya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ku ji bo zarokên şehîdan perwerde dide, îsal jî dewreyek di aliyê pîşeyî û fikrî de ji bo zarokan daye vekirin.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li her Kantonê akademiyên girêdayî Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo zarokên malbatên pakrewanên ku jiyana xwe ji dest dane perwerde bikin hatine birêxistinkirin. Li bajarê Kobanê yê Kantona Firatê jî dewreya fêrkirina 6 beşan ji bo zarokan hatiye vekirin. Ji bo ku zarok hem di aliye fikrî de hem jî di aliyê pîşeyî de fêr bibin, dewreyek ji bo 6 mehan di bin banê Saziya Malbatên Şehîdan de hat vekirin.

Akademî zarokên malbatên pakrewanan perwerde dike

Li Akademiya Şehîd Emgihan Cûdî ya Raman, Ziman, Kompîtorê ku di sala 2020’an de hat  vekirin û heta îro jî xebatên xwe berdewam dike, zarokên malbatên pakrewanên ku jiyana xwe ji dest dane, perwerde dibin. Ji bo ku zarok xwe fêr bikin û bibin xwedî zanebûn, ev xebat bi 6 mamosteyan hatiye destpêkirin û xebatên xwe pêk tînin. Ev Akademî li gorî pêdiviyan di salê de 2-3 car tên vekirin. Di her dewreyê de bêtirî 50 zarok  perwerde dibin. Kesên ku beşdar dibin jî, divê temenê wan ji 17 salî mezintir be. Beşên ku di nav de tên dayîn, fêrbûna bîrkarî, zimanê Kurdî, beşa ragihandinê, zimanê Erebî, zimanê Îngilîzî û fêrbûna kompîturê ye. Her wiha waneyên fikrî jî di nava pêşnûmaya perwerdeyê de cihê xwe digrin.

Zarok fêrî gelek tiştan dibin

Hevseroka  Akademiya Şehîd Emgihan Cûdî ya Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Aytan Şêx Bekir anî ziman ku Akademiya Malbatên Şehîdan ji bo zarokên malbatên pakrewanan, derfetên pêşeyî û zanînê  ava dike û wiha got: "Ev Akademiya ku Saziya Malbatên Şehîdan di sala 2020`î de vekiriye, ji bo derfet bidin hemû zarokên ku ji xwendinê dûr ketine dixebite. Akademî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan hat vekirin. Derfet dide zarokên malbatên şehîdan ên nexwendine xwe fêrî xwendinê bikin. Dema ku me her sê  dewre fêr kir û bi dawî kir, me di destpêkê de bi tîpan dest pê kir, lê vê carê bi taybetî em dersên taybet didin wan. Weke beşa bîrkarî, zimanê Kurdî, Înglîzî, Erebî, ragihandin, komputer û bi wan re jî waneyên fikrî. Waneyên li ser çand û ehlaqê, rê û rêbaz, rexne û rexnedayîn, zewaca di temenê biçûk de, em didin zarokan da ku di warê tevahî jiyanê de şiyar û agahdar bin."

‘Her diçe hejmara zarokan zêde dibe’

Aytan Şêx Bekir diyar kir ku hejmara kesên dixwazin tevlî perwerdeyê bibin pir zêde ye û ew jî li gorî her dewreyê perwerdeya xwe didin. Aytan wiha got: "Kesên ku dixwazin tevlî perwedeyê bibin hejmara wan zêde ye lê em li gorî zarokên ku tên, piştî ku hejmara wan temam dibe her carê dewreyek vedikin. Ji sala 2020’an ve ye em dewreya 4’an e vedikin. Dewreya yekem 105 kes bûn a duyem jî ji 85 kesan pêk dihat. A sêyem 65 kes bûn. Ev jî ya çaran e ku ji 60 xwendekarî pêk tê. Hê ev perwerde berdewam dike, hejmara kesên ku navê ji bo dewreya didin nivîsandin zêde ye."

Aytan Şêx Bekir diyar kir ku ev perwerde ji bo zarokên pakrewanên jiyana xwe ji dest dane, derfet e ku xwe fêr bikin û axaftina xwe wiha bidawî kir: "Dewreyên perwerdeyê yên ku me vekirine, ji bo zarokan derfeteke pir mezin dide wan ku xwe fêr bikin û derbasî zanîngehan bibin an jî li saziyên me bixebitin. Dema vê perwerdeyê 6 meh bû, di meha 11’an de me ev dewre vekir. Piştî vê jî hinek perwerdeyên me yên din dê berdewam bikin. Em bi hêvî ne ku hemû zarokên malbatên şehîdan xwe fêr bikin û tevlî perwerdeyên me bibin.

‘Jiyan bi zanebûnê xweş dibe’

Yek ji zarokên malbatên şehîdan ku di nava dewreyê de xwe perwerde dike Şîlan Hemze ye. Şîlan anî ziman ku di her cihî de perwerde pêwîst dike û wiha berdewam kir: "Temenê min 18 salî ye. Ez hatime Akademiya Emgîhan Cûdî ji bo xwe perwerde bikim û fêr bikim. Ji ber ku weke zarokên malbatên şehîdan derfet çênebû em li dibistanan bixwînin û xwe fêr bikin,وtana bixwînin û xwe fêr bikin .batên şehîdan derfet ji me ra nehat çêkirin ku em werin li dibistana bixwînin û xwe fêr bikin .î lê akademiyê derfeteke pir mezin da me ku em werin û xwe fêr bikin. Ji ber ku tiştek weke xwendinê xweş tuneye, xwendin dihêle ku tu zana bibî û fêrî her tiştî dibî.

‘Hezkirina min ji ragihandinê re heye’

Şîlan Hemze diyar kir ku piştî ji dewreyê derkeve dixwaze di beşa ragihandinê de kar bike û wiha bidawî kir: “Dewreya me ji 6 beşan pêk tê. Beşa bîrkarî, zimanê Kurdî, zimanê Înglîzî, Erebî, kompîtur û ragihandin. Ez ji beşa ragihandinê pir hez dikim, dixwazin piştî ji perwerdeyê derkevim, di beşa ragihandinê de kar bikim. Hêviya min ji jinên ciwan ew e ku xwe perwerde bikin û her kes bi pêş bikeve kes ji zanînê bêpar nemîne.”