Li Kobanê despêkê zarokan agirê Newroza salê vêxist
Li keleha berxwedanê bajarê Kobanê agirê Newroza sala 2021’an despêkê zarokan vêxist.
Kobanê-Bi salan e gelê Kurd ji ber serweriya rejîma Beasê bi awayekî veşartî cejna Newrozê pîroz dikir, her çiqas astengî li pêşiya wan derdiketin jî dîsa Kurdan bi zor û zehmetiyan Newroza xwe pîroz dikirin. Bi boneya cejna Newrozê û ji bo zarok bi kêfxweşî Newroza xwe pîroz bikin, îro Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya çand û hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li bajarê Kobanê- Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Em zarokên Gelê Kurd bi xweşikbûna biharê Newroza 2021’ê pîroz dikin" ji zarokan re şahiyek li dar xistin. Şahî li navenda çand û hunera Baqî Xido ya Kantona Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan zarok, mêvan ji bajarokê Sirîn, bajarê Minbicê amade bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên zarokan hatibû xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê ji aliyê EndamaTevgera Hîlala Zêrîn Gulçîn Hiso û bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Kobanê Ehmed Şêxo axaftin hatin kirin.
`Zarok kulîlkên biharê ne`
Gulçîn cejna Newrozê li zarokan pîroz kir û wiha got: "Em cejna vejînê cejna Newrozê li tevahî zarokan pîroz dikin û di serî de li Rêber Apo pîroz dikin. Zarokên ku xemla jiyanê ne, her derê xweş û geş dikin pêşeroja me diyar dikin. Em bi hêvî ne ku zarokên me Newroza xwe bi awayekî aram û hezkirin pîroz bikin."
`Zarok jiyana me ronî dikin`
Ehmed Şêxo jî got; “Zarok jiyana me ronî dikin û divê zarok bi kêfxweşî û aramî şahiyên xwe pîroz bikin. Her kes dizane ku bi hezaran zarokên me di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, êdî bes e ji dagirkirin û qetilkirinê re. Wê her rojên xweş û geş para zarokên me bin."
Piştî axaftinan komên mozîk, govend û şanoyê ji aliyê Hîlala Zêrîn, Desteya çandê ve hatin pêşkêşkirin. Koma Muzîkê ya çand û hunera xwendekarên dibistanan û koma govendê ya şehîd Şîlan berhemên xwe pêşkêş kirin. Paşê koma şanoyê ya şehîd Mistefa, koma Çerkesan a govendên bajarê Minbicê, koma muzîkê ya şehîd Barîn a Hîlala Zêrîn derketin ser dikê û ji zarokan re berhemên xwe pêşkêş kirin. Helbest ji aliyê Evîn Heyder, Zîlan Mihemed û Berfîn Mihemed ve hatin xwendin. Koma muzîkê ya astengdaran, koma govendê ya şehîd Silava, koma muzîkê ya şehîd Canda ya Hîlala Zêrîn, koma govendê ya Kulîlkan a çanda bajarokê Sirînê berhemên xwe yên hunerî pêşandan.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.