Li Kobanê agirê Newrozê geş dibe

Şêniyên Kantona Kobanê agirê newrozê geşkirin û Neworzê bi şahiyeke gireseyî pîroz kirin.

Kobanê- Bi hezaran ji şêniyên Herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" dest bi şahiya cejina Newrozê kirin. Şahiya ku li daristana Kobanê tê li darxistin, bi hezaran ji şêniyên herêmê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên ji bajarê Minbicê  têde beşdar bûn. Daristan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîneyên Parastin jin(YPJ), Meclîsa Malbatên Şehîdan, alên QSD’ê, û Kongeya Star hat xemilandin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin despêkir, pişt re agirê newrozê ji aliyê dayikên têkoşeran ve hat geş kirin.

Di despêkê de Hevserokê Encûmena Rêveber ya Rêvberiya Xweser Mihemed Şahîn Newroz pîroz kir û wiha got: "Em dibin sîwana Kawayên demê şervanên YPJ, YPG, QSD`ê û gêrîleyan bihara azadiyê ya 2021`an nû dikin. Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, soz didin gelê xwe ku em ê bi agirê Newrozê herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Seroka Desteya Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro cejina Newrozê pîroz kir û ev ti]t got: "Em bi vê wesîleyê soz didin gelê xwe ku em ê Newroza vê salê bikin sala ber bi pêvajoyeke nû ya berxwedanî û têkoşîna Sûriyeke demokratîk û azad. Wê Newroz bibmîne sembola Biharê, kêfxweşî, û têkoşînê. Em ê agirê Newrozê ji xwe re bingh bigirin da em ji zordarî û desthilatdariyê rizgar bibin."

Endama Meclîsa Edaleta Jin Felek Yusif bi navê Rêxstina Kongreya Star cejna vejînê Newroz pîroz kir û wiha pêde çû: " Bi fikir û felsfeya Rêber Apo şagirtên wî li dijî zordariyê têdikoşin. Di 2021`an de serkeftina Garê, neviyên Kawayê Hesenkar bi destxistin. Wê Dehaqê hemdemê Erdogan bi saya neviyên Kawayê Hesinkar têk here. Dehaqê hemdemê dixwaze bi êrîşkirina li ser jinan têkoşîna jinan bişkîne. Lê Em weke jin bi rihê agirê Newrozê dê berxwedaniya xwe mezin bikin da em bikaribin bi Rêber Apo re Newrozê pîroz bikin."

Piştî axaftinan bernameya şahiyê wiha berdewam kir: Koma Botan ya Çand û Hûnera Baqî Xido ya strana, Koma Çerkesan ya govendê, Koma  Kantona Şehbahiyê ya strana, Hunermed Dîlber Şêxî û Danîş Botan, koma mûzikê ya navenda Hîlala Zêrîn û hunermed Mistefa Ebû El-Foz berheên xwe ên hunerî pêkêş kirin.