Li Kirmaşanê kesên teqewid nobeta xwe didomînin

Teqawidên Kirmaşanê di çalakiya xwe ya ku bi nerazîbûna mercên jiyanê li dar dixin de dirûşmên ku armanca û daxwazên wan vedibêjin berz dikin.

Kirmaşan – Li Kirmaşanê kesên teqawid li kolana El-Ceferî ya di navbera Meydana Firdewsî û Azadekan de li ber avahiya Sindoqa Malikî ya Niştîmanî ya bajarê Kirmaşanê çalakî li dar xistin.

Nûnerên teqawid ên di nobetê de axivîn, bertek û nerazîbûna xwe li hemberî rewşa dijwar a jiyana teqawid û nesepandina qanûnê ji aliyê hikûmet û saziyan ve anîn ziman.

Teqawidan dirûşmên; “Mirovên teqawid dimrin lê heqaretê qebûl nakin”, “Xizanî û gendelî, enflasyon ji gel re dibe”, “Jiyan û rûmet mafên me yên newekheviyê ne” berz kirin û Wezîrê Kar banga îstifayê kir.  Koma ku pêkneanîna daxwazên xwe şermezar kirin, dirûşmên nerazîbûna xwe ya li hemberî guhnedana daxwazên wan ên wekî “Welat, artêş, ewlehiya civakî”, “Yekitî, yekbûn”, “Em encaq dikarin bi derketina kolanan bigihîjin mafên xwe” berz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara çalakvanan ji 100’î zêdetir e û çalakiya protestoyê bi amadebûna hezên ewlehiyê yên Îranê û erkdarên bi cilên sivîl berdewam dike.