Li Kerkûkê mêrek hewl da hevjîna xwe bikuje

Li bajarê Kerkûkê mêrek bijîjk bi sê guleyan hewl da hevjîna xwe ya bjîjk bikuje û wê bi sê guleyan birîndar kir.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî li taxa Tehsin a bajarê Kerkûkê, mêrek hewl da hevjîna xwe bikuje. Mêrê bi navê  Faris Daham ku bi xwe bijjîk e li nexweşxaneya sivîlan a tibê ya bajarê Bexdayê kar dikir, hevjîna wî ya bi navê Rexda Hesên jî li nexweşxaneya Fêrkar a bajarê Kerkukê kar dikir. Li gorî agahiyan vî mêrî hewl daye hevjîna xwe bikuje gule lê barandiye û bi sê guleyan ew birîndar kiriye. Piştre jî wê biriye nexweşxaneyê.