Li kargehê şewat: 2 jin jiyana xwe ji dest dan

Li Enqereyê di şewata li kargeha sûngeran de 2 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê di kargeha sûngeran ku li sîteya pîşesazî GER-SAN’ê ye şewat derket.

Gerînendeya muhasebeyê Mûge Çetîn û xebatkara Iraqî Safîre Acem ku di kargehê de bûn di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên jinan ji aliyê tîmên agirkujê ve hatin rakirin û ji bo otopsiyê birin saziya tiba edlî. Der barê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.