Li Kamyaran jinek hat qetilkirin

Li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê Rezvan Nedîmî ya 25 salî ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicî bû hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw ragihand ku li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê Rezwan Nedîmî ya 25 salî ji aliyê mêrê ku berê pê re zewicî bû Adil Farajollahi ve hatiye qetilkirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di nav hefteyê de li bajarên Kirmanşan, Kamyaran û Sinê herî kêm 3 jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.