Li kampa penaberên Filistînî ya Lubnanê pevçûn: 5 mirî

Tevî agirbesta li kampa penaberan a Eyn El Helva ya Lubnanê, pevçûnên ji 7’ê Îlonê û vir ve dewam dikin, di encamê de 5 kes mirin û 52 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Pevçûnên li Eyn El Helva ya bajarê Sayda yê li başûrê Lubnanê ku nêzîkî 55 hezar penaberên Filistînî lê dijîn, ji 7’ê Îlonê ve berdewam dikin.

Li gor nûçeya ajansa NNA ya Lubnanê; Li taxên Er-Ras el-Ehmar, Et-Tirî, Et-Tamîr û Et-Tewarî di navbera Tevgera Fetih û komên din ên Filistînê de pevçûnên dijwar qewimîn. Di pevçûnên ku çekên giran û hewan hatin bikaranîn de, li qadên derveyî kampa penaberan jî ziyan çêbû.

5 kes mirin, 52 kes jî birîndar bûn

Midûrê Nexweşxaneya El Hemşerî ya Saydayê Riyad Ebu’l Ayneyn ragihand ku ji pevçûnên 7’ê Îlonê heta niha dewam dikin ve 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyeke nivîskî de artêşa Lubnanê ragihand ku di encama ketina 3 topên hewanê li navendeke yekîneyên leşkerî yên li derdora kampa penaberan de, 5 leşker birîndar bûne, yek ji wan jî giran birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bang li aliyên nakok ên li kampa penaberan hatiye kirin ku metirsiyê li navendên leşkerî nekin û di vî warî de tedbîrên pêwîst bên girtin. Di daxuyaniyên berê de der barê şer û pevçûnên ku ji 7’ê Îlonê û vir ve li Wargeha Penaberan a Eyn El Helvayê didomin, hatibû ragihandin ku 35 kes birîndar bûne.

Pevçûn di 7’ê Îlonê de ji nû ve dest pê kirin

Di pevçûnên ku di 29’ê Tîrmehê de li Eyn El Helvayê dest pê kiribûn de 13 kes mirin û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber pevçûnan nêzî 4 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. Tevî ku hat ragihandin ku di 31’ê Tîrmehê de bi navbeynkariya aliyên Lubnanî di navbera komên Filistînî yên li kampê de agirbest pêk hatiye jî, pevçûn bi awayekî navber berdewam kiribûn. Piştî mehekê aramiya li Kampa Penaberan a Eyn El Helvayê, di 7’ê Îlonê de cardin di navbera aliyan de pevçûn dest pê kir.

Li gorî Peymana Qahîreyê ku di sala 1969’an de di navbera Lubnan û komên Filistînî de hat îmzekirin, ewlehiya hundir a kampan ji aliyê komên Filistînî ve tê dabînkirin, ketin û derketina kampan jî di bin kontrola artêşa Lubnanê de ye.