Li Kampa Keberto ya ku Êzidî lê dimînin şewat derket

Li Kampa Keberto ya ku penaberên Êzidî lê dijîn, duh êvarê agir bi konekî ket. Di şewatê de tenê ziyana madî çêbû.

Navenda Nûçeyan – Duh danê êvarê li Kampa Keberto ya li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ku penaberên Êzîdî lê dijîn, agir bi konekî ket. Hat diyarkirin ku di şewatê de kon bi temamî şewitiye, zirara madî çêbûye.

Şewat çawa dest pê kir, hê nehat zanîn.