Dewleta ku kiryarê tecawizê diparêze doz li Melek Mosso vekir
Der barê stranbêj Melek Mosso ya ku piştgirî da Ezgî Mola ya ku bi hinceta heqeret kiryarê tecawizê çawîşê pispor Musa Orhan kir tê darizandin, bi heman hincetê doz hat vekirin.
Navenda Nûçeyan - Der barê hunermend Melek Mosso de bi hinceta ku li ser medyaya dijîtal heqaret li çawîşê pispor Musa Orhan kiriye ku li Êlihê bi sedema tecawiza li Îpek Er 10 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn, doz hat vekirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Melek Mosso di parvekirina xwe ya der barê Mûsa Orhan de heqaretê kiriye û heta 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.
Lîstokvan Ezgî Mola bi hinceta ku heqaretê li kiryarê tecawizê Mûsa Orhan kiriye dihat darizandin. Melek Mosso li serli ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bertek nîşanî vê yekê dabû û bi etîkeya "Ezgi Mola ne bi tenê ye", wiha nivîsandibû: "Xelî li serê wê pergalê be ku tecawizkaran diparêze.”
Çi bûbû?
Li navçeya Qûbin Beşîrî ya Êlihê Îpek Er di 16'ê Tîrmehê de hewildana întîharê kiribû û di 18'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Nameya Îpek Er ku dibêje Musa Orhan tecawiz li wê kiriye gihiştibû JINNEWS'ê û bûyer di çapemeniyê de cih girt. Parêzerên malbata Er jî der barê Mûsa Orhan ê ku bi îdîaya “êrişa zayendî ya biwesf” hat girtin de, bi hinceta "Ber bi întîharê ve kişandinê” serlêdana sûc kiribû. Çawîşê pispor Musa Orhan ê ku piştî bertekên tund bi hinceta tewcawiza Îpek Er kiriye hatibû girtin, di 25'ê Tebaxê de hatibû berdan.
Ji bo Mûsa Orhan ê ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat darizandin, ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” 12 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Heyeta dadgehê bi hinceta "dibe ku bandoreke neyînî li paşeroja wî bike" û bi awayekî rêkûpêk beşdarî hemû danîşinan bûye, kêmkirina "rewşa baş" bi kar anî ceza daxist 10 salan. Her wiha biryar hat dayîn ku bi hinceta ku gumana revê ya kiryarê tecawizê tune ye, bi sepandina tedbîrên edlî bi rengekî negirtî were darizandin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê beriya niha jî der barê Ezgî Mola, Ferah Zeynep Abdullah û Hazal Kaya de bi hinceta heqaretê li Mûsa Orhan kirine doz vekiribû.