Li kampa Holê du cenaze hatin dîtin
Cenazê du penaberên Îraqî ku di demên berê de li Kampa Holê hatibûn qetilkirin, hatin dîtin.
Hesekê - Di nava Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi hevkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê 28'ê Adarê de dabûn destpêkirin, 2'ê Nîsanê bi dawî bû. Di qonaxa yekemîn a ku di encama wê de 125 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin de, piştî lêpirsînan, gelek bûyerên qetilkirinê eşkere bûn.
Li ser bingehê lêpirsînên hêzên ewlekariya hundirîn bi çeteyan re hate eşkrekirin ku gelek bûyerên qetilkirinê derketin holê. Cenazeyê du penaberên Iraqî ku yek jê jina bi navê Tûta ye û cenazê dinê jî hat hînbûn ku ayidê kesê bi navê Saqir e ku di demên berê de hatibûn qetilkirin di kanalîzyasyonên Fêza yekemîn de hate dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên ambulansê ew cenaze derxistin û ber bi nexweşxaneyeya Hesekê ve birin. Lêpirsîna di derbarê wan cenazeyan de hîna didome.