Li Iraqê li dijî Qanûna Sivîl a Caferî xwepêşandan

Li Iraqê nîqaş li ser sepandina paşverû ya bendên Qanûna Sivîl a Caferî yên derbarê welayeta zarokan de zêde dibe. Dayik û parêzvanên mafên jinan xwepêşandanek lidar xistin û diyar kirin ku ev rêzikname bandorek neyînî li ser mafên zarokan û dayikan dikin

RAJA HAMID REŞÎD

Iraq – Di xwepêşandanê de, ku bi dirûşmeya "Fermana Hejmar 93 ji perspektîfa Şerîetê ve nederbasdar e; berjewendiyên çêtirîn ên zarok di rêza yekem de ne" hate lidarxistin, xwepêşander bi taybetî li hember rakirina welayetê ji dayikê piştî ku zarok digihîje temenê heft salî, nekarîna dayikê ku bi şev li cem zarok bimîne piştî ku welayet ji bav re tê veguhastin û sepandina paşverû ya peymanên zewacê yên berê bertek nîşan dan. Bilindkirina temenê herî kêm ji bo welayeta zarokan bo 18 salî di bin Fermana Hejmar 93 de jî hate rexnekirin.

Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûn diyar kirin ku daxwazên wan ne li dijî ol an mezhebê ne, lê belê armanca wan parastina berjewendiyên çêtirîn ên zarok û rakirina serlêdanên paşverû ye.

'Biryara Hejmar 93 ji perspektîfa Şerîetê ve nederbasdar e'

Parêzvana mafên mirovan Şeyma el-Memûrî diyar kir ku jinên beşdarî xwepêşandanê bûn ne li dijî Qanûna Sivîl a Ce'ferî bi xwe, lê belê li dijî hin guhertinên ku paşê hatine zêdekirin bûn. Wê îdia kir ku Biryara Hejmar 93 paşê wekî guhertinek sivîl li qanûnê hatiye zêdekirin û ji ber vê yekê "ji perspektîfa Şerîetê ve nederbasdar e."

Şeyma el-Memûrî her wiha diyar kir ku zêdekirina bendên qanûna sivîl xwezaya hiqûqî ya rêziknameyê qels dike û ev zêdekirinên nû dikarin avahiya bingehîn a qanûnê biguherînin, ku ji bo parastina avahiya malbatê hatiye afirandin.

Serpêhatiyên dayîkên

Zeyneb Yasîn di çalakiyê de behsa pêvajoya ku piştî veqetîna xwe ya di sala 2019’an de di derbarê welayeta du zarokên xwe de derbas bûye kir. Zeyneb Yasîn, ku xwediyê du zarokan e, got ku dadgehê mafê serdanê û derbaskirina demên taybetî daye bavê zarokan.

Zeyneb Yasîn diyar kir ku zarokên wê piştî serdanan gelek caran westiyayî û birçî vedigeriyan malê, û mêrê wê yê berê, dema ku nafiya zarokan dida jî, berpirsiyariyên xwe bicîh neanî. Wê got ku dravdanên nafiya zarokan ne rêkûpêk bûn û hewcedariyên zarokan pêk neanîn û got ku ew bi salan e zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dike.

Zeyneb diyar kir ku tewra bi salan piştî veqetînê jî, wê fêr bû ku peymana zewaca wê ya berê bêyî razîbûna wê di bin Qanûna Sivîl a Caferî de cih girtiye û mêrê wê yê berê daxwaza welayeta zarokan dikir. Zeyneb Yasîn tekez kir ku divê berjewendiyên çêtirîn ên zarokan werin berçavgirtin û daxwaza betalkirina serlêdanên paşverû û ji nû ve nirxandina temenê bijartina zarokan kir.

'Em ê mafên zarokên xwe biparêzin'

Itimad Katn, dayika zarokekî, got ku ew ji bo parastina zarokê xwe tevlî xwepêşandanê bûye. Itimad Katn rave kir ku zarokên wê dema ku ew li cem bavê xwe diman bi tena serê xwe bi taksiyê di navbera Kerbela û Necefê de dihatin şandin, ev yek jî xetereyên ewlehiyê yên cidî diafirand. Wê diyar kir ku zarok pir caran birçî û westiyayî vedigeriyan malê, û îdia kir ku bavê wan mafên serdanê bikar aniye da ku ji dayîna nafeya zarokan dûr bikeve. Itimad Katn bang li rayedarên olî û saziyên têkildar kir ku çareseriyan ji bo parastina mafên psîkolojîk û civakî yên zarokan pêş bixin.

Daxwaza sereke ya dayikan parastina mafên welayeta zarokên xwe ne 

Seroka Rêxistina Mafên Mirovan û Pêşketina Domdar a Aysen, Ensam Selman, diyar kir ku ev xwepêşandan ji aliyê dayikên ku ji hin xalên Qanûna Sivîl a Ca'ferî bandor bûne ve hatiye organîzekirin. Ensam Selman got ku daxwaza sereke ya dayikan parastina mafên welayeta zarokan û rawestandina sepandina paşverû ya peymanên zewacê yên ku dema wan derbas bûye ye.

Ensam Selman her wiha diyar kir ku ew li dijî wê yekê ne ku bav bêyî razîbûna aliyê din cûreya peymana zewacê biguherînin an jî têxin bin Qanûna Sivîl a Ca'ferî. Ensam Selman, bi argumana ku divê temenê bijartina zarokan ji bo keçan wekî 9 û ji bo kuran 15 salî were vegerandin, got ku biryarên dadgehê yên dawî temenê bijartinê û temenê mezinbûnê wekî hev dibînin.