Li Iraqê di 10 salan de zewaca zarokan zêde bûne

Parêzvanên mafên jinan li ser zêdebûna zewacên zarokan di van 10 salên dawî de li Iraqê dinirxînin ku ji bilî yasayan divê ji bo guhertina zîhniyetê jî hewl bê dayîn.

INTÎSAR AL-MEALÎ

Iraq - Li Iraqê di 10 salên dawî de zewacên zarokan zêde bûne. Tevî ku li gorî yasayên Iraqê temenê zewacê 18 sal e, lê bi destûra dadgehê ev temen dikare dakeve 15 salî. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku rêgezên qanûnî ji bo hişmendiya civakî têrê nakin û bal kişandin ser girîngiya xebata ji bo guhertina zîhniyetê.

‘Tevî temenê zewacê 18 sale jî bi destûr di 15 saliyê de zewac dikare were kirin’

Rêvebera Çalakiyên Tora Jinên Iraqî Amal Kabbashi got: “Zewaca zû yan jî zewaca keçên temenbiçûk diyardeyeke belav li Iraqê ye. Zewaca di zaroktiyê de pêkanîneke ku keçan ji perwerdehiyê û kêfa zaroktiya xwe bêpar dihêle. Li gor yasaya rewşa kesayetî ya Iraqê ya bi hêjmara 188 a sala 1959’an, temenê zewaca mêr û jinan 18 sal hatiye diyarkirin. Lê bi biryara dadgehê mafê zewacê ji kesên ji 15 saliya xwe temam kirine re jî tê dayîn. Ez difikirim ku ev diyarde berdewam e wekî pratîkek civakî ya ku ji qanûnê derbas dibe, ji ber nebaş pêkanîn û sepandinê.”

‘Divê tedbîrên pêşîlêgirtinê bên girtin’

Şêwirmenda Wezareta Kar û Karûbarên Civakî Hiyam Raşîd Khudair diyar kir ku zewac di esasê xwe de bi têgihiştin, lihevhatin û berpirsyariyê ve girêdayî ye û got: “Ji ber vê yekê divê ji bo her du aliyan jî têgihiştîbûn şertê bingehîn be, lê ger zarok û temenbiçûk bin wê çi bibe? Metneke qanûnî ya ku rê li ber zewaca biçûkan bigire tune ye, lê tedbîrên pêşîgirtinê pêkane. Ya herî girîng têgihiştin û perwerde ye. Ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve rol hene, lê ji aliyê din ve bi taybetî di vî warî de rêzikname tune. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi biryardariya dezgehên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina qanûnan heye.”

‘Zewaca zarokan bi gelemperî encamên neyînî derdixe holê’

Seroka Rêxistina Pêşxistina Civakî ya Tammuz Viyan Şêx Elî jî got: “Zewaca keçên temen biçûk li hin herêmên diyar pêk tê. Nebûna perwerdeyê di zêdebûna zewacên di temenê biçûk de diyar dibe. Li gund, herêmên gundewarî û li parêzgehên başûr û rojava û derveyî navenda bajaran diyardeyeke metirsîdar û berbelav tê dîtin, lê li bajaran berbelavbûna van bûyerên zewaca keçên temenbiçûk bi giranî bi hişyarbûna malbatan û girîngiya berdewamkirina xwendina keçan ve girêdayî.”

‘Zewaca zarokan li herêmên gundewarî zêdetir e’

Parêzer û çalakvan Marwa Abdel Reda got: “Ev diyarde her ku em ji bajêr dûr dikevin zêdetir dibe. Ne tenê zarokên keç, yên kur jî bi vê rewşê re rû bi rû dimînin. Lê rewşa zarokên keç cuda ye. Ji ber ku di temenê biçûk de ducanîbûn zarok di warê psîkolojîk û fizîkî de bandor dike. Di warê astengkirina qanûnî de zarok di derbarê zewacê de du pirsgirêkên me hene. Yekem, yasaya Îraqî rê dide zewaca piştî giheştina 18 saliyê, lê ew dikarin di bin 18 saliyê de jî bizewicin, ger dadwer li ser daxwaza malbatê erê bike. Pirsgirêkek din jî mijara zewacên olî ye. Li vir qanûn hevjînê ceza dike, ne mêrê dînê û weliyan. Ji ber ku yasaya Iraqî vê yekê wek tawan dibîne, divê hemû aliyên girêbestê werin cezakirin ji ber ku tawan bi destên wan hatiye kirin.”

‘Pêşgiriya qanûnî heye, lê nayê pêkanîn’

Rêvebera Rêxistina Teqwe li parêzgeha Besra li başûrê Iraqê Dr. Awatif El-Mustafa jî di derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Li Iraqê zewaca zarokan ji bo zarokên keç bûye diyardeyeke pir metirsîdar. Ji sedî 98’ê zewacên zarokan, bi taybetî li herêmên başûr, bi têkçûnê diqede. Pêşgiriya qanûnî heye lê nayê pêkanîn ji ber ku piraniya zewac li derveyî dadgehê têne kirin. Zewacên li derveyî dadgehê divê bi tedbîrên hikûmetê bên astengkirin û ji bo zewacên ku li derveyî dadgehê têne kirin divê pêkanînên cezayî, di nav de cezayên pere jî, werin sepandin. Ez teqezî li ser wê yekê dikim ku standarda jiyana malbatên Iraqî, bi taybetî li herêmên başûr, divê were başkirin, ji ber ku hejarî sedema sereke ya zewacên temenbiçûk e.”

Awatif El-Mustafa destnîşan kir ku zewacên ku li derveyî dadgehê tên kirin kevneşopiyên civakî û olî ye û bi kevneşopiyan ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zewac pir caran li derveyî dadgehê pêk tê û ji bo temenbiçûkan bê sînor tê kirin. Zarokên ku di encama van zewacan de çêdibin, ji ber gelek sedeman wek mirina bav û telaqê dibin sedem ku ew nesla xwe winda bikin. Divê jin di ferqa mafên xwe yên civakî û qanûnî de bin. Divê li ser xetereyên zewacên di temenê biçûk de hişyarî bê kirin. Divê ji şêwirmendê bijîşkî û lêkolînerê civakî alîkarî bê xwestin. Divê akademîsyen û aktîvîst li ser xetereyên zewaca di temenê biçûk de lêkolînan bikin, raporan amade bikin û bi rêya çapemeniyê parve bikin. Piştre mêrên dînê û rûspiyên eşîran jî di nava vê pêvajoyê de bin. Paşê, pêwîst e ew beşdarî proseyên bilindkirina hişyariyê bibin da ku hevkariyek yekgirtî pêk bînin ku wê bibe sedema kêmkirina vê diyardeya ku paşeroja bi taybetî zarokên keç dixe, pêşî li malbatê û piştre li ser asta civakê.”