Li Idlibê zarok tên çekdarkirin û wan dişînîn eniyên şer

Li Bakurê Sûriyeyê HTŞ û çeteyên cuda zarokên malbatên feqîr bi bedela pereyek kêm çekdar dikin û dişînin eniyên şer. Zarokan diyar kirin ku ji ber xizaniyê ketine riyeke bi xeter.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib– Li Idlibê çeteyên Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) yên dewleta Tirk li dijî zarokan pêkanînên xwe didomînin. Çeteyên HTŞ’ê ku bi afîşên li ser dîwaran û bi riya navendên weazê zarokan arasteyî kursan dikin û wan dikin leşker. Zarokan bi çek dikin û dişînin eniyên şer. Zarokên ku ji ber kûrbûna xizaniyê, ji perwerdehiyê tên mehrûmkirin, di berdêla pereyê pir kêm de tevli HTŞ û komên din ên çeteyan dibin.

'Xizaniyê min ber bi riyeke bi vî awayî ve bir’

Salim Al-Haluf ê 14 salî ku yek ji zarokên neçar ma tevlî HTŞ'ê bibe, diyar kir ku ji ber bavê wî di sala 2021'ê de felc derbas kir û jiyana xwe ji dest da, dayika wî jî nexweş ket, neçar ma debara malbata xwe bike. Salim Al-Haluf, diyar kir di berdela pereyek pir kêm biryar da tevlî HTŞ’ê bibe û wiha axivî:

“Xizaniyê min ber bi riyeke xeternak ve bir. Dayika min a nexweşiya pençeşêrê li ber çavên min êşê dikişand. Ez neçar mam bixebitim. Min dev ji dibistanê berda. Min xwest ji bo standina dermanên pêwist ên dayika min alîkarî bidin. Zarokê herî mezin ê male jî ez bûm. Min berpirsiyariya xwedîkirina sê birayên xwe girt ser xwe. Min di eniyên şer de di nuqteyên nêz ên hêzên Hikûmeta Şamê de kar kir. Em li nuqteyên ewlehiyê yên bajar û bajarokên Idlibê dimînin. Em rastî gelek xetereyan tên lê ji ber xizaniyê vî karî dikin.”

'Di 15 saliya xwe de di eniya şer de lingê xwe winda kir’

Abdul Hamîd Al-Bakkar ê 15 salî ku ji gundewariya Seraqib şandin kampek bajarê Sarmada ya gundewarê bakûrê Idbilê jî yek ji wan zarokan e ku ji ber xizaniyê çû eniya şer. Jina bi navê Zeyneb Al-Alawî ya 45 salî da zanîn ku kurê wê Abdul Hamîd Al-Bakkar ji ber şert û mercên xirab ên aborî neçar maye biçe eniya şer. Zeyneb Al-Alawî, wiha axivî:

“Kurê min pir aktîf û zindî bû. Em di şert û mercên dijwar de bûn. Wekî piraniya zarokan ev jî ji bo alîkariya aborî ya malbatê çû eniyên şer. Lê dema li eniya şer bû, gule li wî ket. Di encamê de lingê wî hat jêkirin û di çavê wî yê çepê de jî pirsgirêka dîtinê heye.”

'Kurê min di rewşeke bêçare de ye’

Zeyneb Al-Alawî, da zanîn ku hemsalên wî perwerdeya xwe didomînin û planên pêşerojê dikin lê kurê wê di rewşeke bêçare de ye û wiha got: “Kurê min hêviya xwe ji jiyanê winda kir. Piştî lingê wê jêbû, gelek guherî û niha ji derdora xwe îzole bûye û di nava şok û şaşwaziyê de dijî.”

'Bêyî agahiya min şandin eniyên şer’

Aîşa Al-Camul a 43 salî ya ji bajarê Maeret Misrîn ê bakurê Idlibê jî da zanîn piştî girtina hevjînê wê kurê wê ya 16 salî ku di vê jiyanê de yekane hêviya wê ye, dema rojek ne li malê bûye kurê wê ji bo eniyên şer hatiye şandin û wiha axivî: “Ji bo ku kurê min biryara xwe biguherîne li dijî wî derketim lê hewldanên min encam negirtin. Min hêvî dikir ku kurê min endamek tenduristiyê ya alîkariya hîn kesên din bike perwerdeya xwe bidomîne lê hemû hêviyên min vala derketin. Ev kom mirinê bi zarokan didin hêzkirin û hişê wan bi şer tijî dikin. Zarokên ku tevli perwerdeya wan dibin, ji jiyanê nefret dikin û hînî tundiyê dibin.”

'Zarok dev ji dibistanê berdidin û bi zorê dibin leşker’

Camîla Al-Mar jî diyar kir ku li Idlibê hin zarok dev ji dibistanê berddiin û bi zorê dibin leşker. Camîla Al-Mar, destnîşan kir ku zarok bi piranî ji bo alîkariya aborî bidin malbatên xwe tevli komên çete dibin û wiha axivî: “Ji ber şer gelek malbatan xizmên xwe yên ku debara wan dike winda kirine. Xizanî û koçberbûna zêde bandorek neyînî li ser jiyana perwerdeya gelek zarokan dike. Di şert û mercên şer de bazara kar jî xwedî rola kontrolkirinê nîn e. Ji ber vê valahiyê zarok tên çekdarkirin.”

‘Hejmara malbatên ku zarokên xwe didin xebitandin zêde dibe'

Camîla Al-Mar, diyar kir ku hejmara malbatên zarokên didin xebitandin zêde bûye û wiha got: “Gelek zarok tên çekdarkirin an jiyana xwe ji dest didin an jî bi awayekî cidî birîndar dibin. Divê malbat di mijara girîngiya perwerdeya zarokan de bên hiyarkirin. Divê ji bo zarokên ku di şert û mercên zehmet de dijîn hawirdorek bi ewle, saxlem û civakî bê avakirin.”