Li Idlibê bi zewaca ne fermî mafên jinan tên desteserkirin

Li Idlibê jin dibin mexdûrên zewacên ji derveyî fermî, tenê şahid û malbatên wan şahidiyê dikin. Jinên ku neçar dimînin zewaca xwe îsbat bikin, di şertên hevberdanê de nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib – Li Idlibê jin ji ber zewaca ku tenê bi şahidiya şahidan û malbatan, bêyî merasîma zewaca fermî pêk tên, dibin mexdûr. Di dema telaqê de jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên qanûnî û xwedîkirina zarokên xwe neçar dimînin li pêşberî dadgehê îsbat bikin ku zewicî ne.

'Ez nikarim îsbat bikim ku ez zewicî me'

Raghdaa El-Yassin a jicîhûwarkirî ku li kampên li sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê dijî, hewl dide zewaca xwe ya ku berî 5 salan kiribû, li dadgehên şerîetê û sivîl tomar bike. Raghdaa El- Yassin a 31 salî got: “Ez ji maf û nasnameya xwe bêpar mam. Ji ber nezanîna min a mijarên qanûnî jiyana min serûbin bû. Zewaca min li gorî urf û edetan bû, ji ber ku hevjînê min di vê zewacê de navê xwe yê rastîn bi kar neanîbû, ez nikarim îsbat bikim ku ez zewicî me. Ji ber vê yekê ez nikarim mafên xwe yên wekî nefeqeyê bistînim.”

'Zarokê min di lîsteya kesên neqeydkirî de ye'

Raghdaa El-Yassin diyar kir ku wê hewl daye zewaca xwe ya beriya hevberdanê îsbat bike û wiha got: “Ji ber bêîstiqrariya herêmê em koçî cihên din kirin. Hemû hewldanên min ên ji bo dîtina rayedarên zewacê û şahidan bê encam man. Ji ber vê sedemê navê zarokê min ket lîsteya 'kesên neqeydkirî.' Zarokê min ne girêdayî tu rêz, netewe û nasnameyê ye û tu mafên wî tune ne. Jinên ku bi awayekî kevneşopî dizewicin, ji ber nebûna zewaca fermî, nikarin mafên xwe yên wekî mîras û cihêzê bigirin, nikarin daxwaza nefeqe û xwedîkirina zarokên xwe bikin, ew nikarin bûyîna zarokên nûbûyî yan jî mirina mêrê xwe piştî hevberdanê piştrast bikin.”

'Hevserê min qebûl nekir ku bi min re zewiciye'

Rewşa Heba El-Suranî ji jinên din ne cuda ye. Heba El-Suranî ya 29 salî diyar kir ku hevjînê wê qebûl nekir ku bi wê re bizewice di doza telaqê de. Heba El-Surani diyar kir ku zarokê wê li cem jinekê ji zewaca yekem a hevjîna xwe qeydkirî ye û wiha got: “Tu qeydek têkildarî zewica me tune ye û ji ber vê yekê ez nikarim îsbat bikim ku ew zarokê min e. Ez nikarim li dadgehan tu mafan bigrim. Şert û mercên jicîhûwarkirina dubare jî karê me zehmet kir.

'Ez hewl didim zewaca xwe ji bo xwedîkirina zarok îsbat bikim'

Heba El-Suranî diyar kir ku wê gelek caran hewl daye mehra fermî çêbike lê hevjînê wê her carê zewaca fermî li paş xistê û wiha got: “Hemû hevalên min ên li kampê weke min dijîn. Ez bi mehan hewl didim zewaca xwe îsbat bikim da ku xwedîtiyê li zaroka xwe bikim. Min ji bo dozê parêzer girt. Parêzer diyar kir ku ger ez kesê ku mehrê biriye û şahidan bibînim temînata me ya serkeftina dozê heye.

'Bûyereke ku jinan ji mafên wan bêpar dike'

Parêzvana mafên mirovan Rula El-Diab diyar kir ku zewacên bêyî zewaca fermî zirarê didin mafên jinan. Rula Al-Diab wiha got: “Zewacên bi vî rengî bûne pirsgirêkeke civakî. Ev pirsgirêk diyardeyeke zêde ya derbaskirina qanûnan û bêparkirina jinan ji hemû mafên wan e. Mexdûrên vê îstîsmara xirab jin û zarok in. Der barê metirsiya zewacên ne fermî de pêwîstî bi bilindkirina hişmendiya civakî heye.”

Rula El-Daib li ser sedemên belavbûna zewacên ji derveyî fermiyetê jî wiha got: “Sedema yekem a belavbûna van zewacan, rakirina erkên dadgehên sivîl û cîgirkirina wan bi dadgehên din ên girêdayî komên opozîsyonê yên nenaskirî yên li herêmê yan li welatên cîran e. Ji ber van rewşan, gel berê xwe daye zewacên ne fermî.”