Li Hîndîstanê tecawîza komî
Li Hîndîstanê 3 yê Gulanê 25 mêran tecawîzî jinekê kirin, dema dîtin rewşa wê girane dibin nêzî sînorê Badapurê dihêlin û direvin.
Navenda Nûçeyan - Li Paytexta Hîndîstanê Delhiyê derket holê, di 3’yê Gulanê de 25 mêran tecawîzî jinekê kirin. Hat hînbûn bi navê heskirinê mêrekê xwe nêzî wê kiriye wê jî bawer kiriye, paşê ew mêr bi hevalên xwe ve jinê tecawî dikin û dema dibînin rewşa wê nebaşe dibin nêzî sînorê Badapurê dihêlin û direvin. Jina rastî tecawîzê hatî di 12’ê Gulanê de diçe qerekola Hassanpurê û bûyerê dibêje û derheqê tecawizkaran de gilî dike.
Mêrê êrîşkar Sucdar Sagar di 14’ê Gulanê de ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan ji bo 24 sûcdarên din jî lêpirsin dan destpêkirin.