Li Hindistanê failê tecawîzê cezayê muebetê girt
Cezayê muebetê li failê ku li Hindistanê di 9’ê Tebaxê de li nexweşxaneyek a dewletê de bijîşkek stajyer tecawîz kir û qetilkirî hate birîn.
Navenda Nûçeyan- Di 9’ê Tebaxa 2024’an de li bajarê Kolkata yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê, li zanîngeha RG Kar a Tibê bijîşka stajyer a 31 salî piştî rastî tecawizê hat hate qetilkirin.
Failê jina ku cenazeyê wê li odeya semînerê ya nexweşxaneya ku têde dixebitî hat dîtîn, ku xebatkarê dilxwaz ê li nexweşxaneyê dixebitî hate girtin.
Pêşnûme qanûn hate erê kirin
Piştî bûyera hatî jiyîn meclîsa eyaleta Bengal a Rojava, pêşnûme qanûna ji bo ên ku ji sûcên tecawîzê hikumxwarin, bêyî tehliyeya bi şert cezayê heta hetayî bigre erê kir.
Li gor nûçeya di çepemeniya Hindistanê de cih girt; daraza Hindistanê piştî bûyerê, cezayê muebetê da bersûcê hatî girtin.
Çi bûbû?
Li bajarê Kolkata yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê, jinek ciwan ya bijîşk a stajyer rastî tecawîzê hatibû û hatibû qetilkirin. Bijîşka stajyer a 31 salî, li odeya semînerê ya nexweşxaneya ku lê dixebitî bi awayek tazî dinava birînan de hatibû dîtin.
Ev wehşeta ku hatî jiyîn, bû sedema çalakiyên bi hêz li Hindistanê
Bi deh hezaran jinên ku li ser medyaya dijîtal xwe rêxistin kirin bi dirûşemeya ‘Şevê şûnde vegerîne’ daketin qadan. Çalakiyên ‘Şevê şûnde vegerîne’ cara destpêkê di sala 1978’an de cardin li ser tecawîzkirina jinekê li bajarê Mumbay di meşa hatî li darxistin de bûbû sembol. Bi deh hezaran jinên li qadan ‘edalet’ qêriyan. Pankarta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vekirin.