li Hesekê Projeya Hêkvekira çêçikan hat vekirin

Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldarî ya Kantona Hesekê projeya Hêkvekira Çêçikan ku ji 17150 hêkî pêk tê li bajarê Hesekê vekir.

 
Hesekê- Bi armanca şikandina buhabûna bihayê mirîşk û hêkan di bazarên giştî de, îro Rêveberiya Giştî ya çandinî û sewaldarî ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Hêkvekira Çêçikan ku ji 17150 hêkî pêk tê vekir. Proje li navçeya Tiwêna  girêdayî bajarê Hesekê vebû. Di vekirina projeye de Endam û Rêveberên çandinî, Aborî û sewaldarî beşdar bûn. Têkildarî mijarê Hevseroka Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Leyla Saroxan bal kişand ser armancên vekirina vê projeye û ji me re parve kir.
Leyla da zanîn ku projeya hêkvekira çêçikan gaveke pir girîng e ji bo rêgirtina li hemberî buhabûna goştê mirîşkan û hêkan û wiha domand: “Ev proje gaveke girîng bû û dê civak tevahî jê sûd bigre. Niha hejmareke baş ji hêkên ku bibin çêçik me derbasî projeye kiriye dê 21 rojan dirêj bike heya ev hêk bibin çêçik. Di projeyê de wê sê xebatkarên jin bixebitin û 6 alavên bicihkirina hêkan hatine amadekirin. Rojane rewşa wê dişopînin, bi taybetî di aliyê asta germahiyê de û pêwîstiyên wê de. Em dixwazin projeyên bi vî rengî vekin da têkevin xizmeta gelê me. Îro bihayê goştê mirîşkan û hêkan zêde bûye, di riya vê projeyê de em ê bikaribin nirxê wê kêm bikin.”