Li Hesekê pêşangeha berhemên keda destê jinan
Bi mûnasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jinan nexş û nîgarên berhemê keda destê xwe bi pêşangehekê dan nîşandan.
Hesekê – Di çerçoveya çalakiyên Kongereya Star ên 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de li taxa Xwêran a Hesekê konê berhemên destan ên kevnare hat danîn. Bi derdorê kon ve diruşmên weke “Jin jiyan azadî” û “Efrîn buka Kurdistanê ye” hatine nivîsîn. Li gel tiştên dîrokiyên weke şeyê hiriyê, destar, conî, selik berhemên keda destê jinan ên herêma Efrînê di kon de hatine pêşnadan.
Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de jinan cilên geleriyên herêma xwe li xwe kirin û berhemên keda destê xwe yên bi dîdaran dan nasîn.
Dayikên temen mezin yên cilên herêma xwe yên gelerî li xwe kirine li dora hev kombûne û sitranên dengbêjiyê dibêjin. Ciwanên hatine li pêşangeha keda destan dinêrin jî li ber dengê stranên dayikan govend gerandin.
Bi gerandina govendê û diruşmên weke “Bijî berxwedana efrînê” û “Jin jiyan azadî” pêşangeha keda destan bidawî bû