Li Hesekê Pêngava parastina çandê
Di bin dirûşmeya “Em ê bi çanda Netewa Demokratîk dagirkeriyê têk bibin, serkeftinê misoger bikin” îro Çand û Hunera Netewa Demokratîk a bajarê Hesekê şahiyek li dar xist.
Hesekê- Bi despêkirina Pêngava’ Dem dema azadiyê ye’ bi dirûşmeya ”Em ê bi çanda Netewa Demokratîk dagirkeriyê têk bibin, serkeftinê misoger bikin” îro çand û Hunera Netewa Demokratîk a bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek li dar xist. Şahî li parka Xabûr ya Taxa Til Hecer a Hesekê bi beşdarbûna Endamên Saziya Civaka Sivîl hate çêkirin. Pêngava’ Dem dema azadiyê ye’ heya sê rojan bi bernameyên cuda wê dewam bike.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê Hevseroka TEV-Çand a Herêma Cizîrê Nesrîn Botan axaftin kir.
‘Em ê bi parastina çandê xwedî li nirxê şoreşê derkevin’
Nesrîn bal kişand ser girîngiya parastina çandê û wiha got: ”Bi sedê salan li ser çand, ziman û dîroka me êrîşên pir dijwar hatin kirin. Ev pêngava me bi armanca xwedîderketina li çandê ye, da ku em nameyekê bighînin hêzên desthilatdar ku em xwedî çand in. Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin, di vê pêvajoyê de em rastî pir êrîşan tên û hewildanên derketina şerekî navxweyî tên kirin. Ev pêvajo hebûn û tunebûnê me temsîl dike, loma erke me ye em xwedî li vê çandê derkevin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo me bi nirx e, ji bo wê pêwîst e em diha zêdetir wê biparêzin û xwedî li destkeftiyên wê derkevin. ”
Pişt re Koma Botan a Herêma Firatê û Koma Cûdî çend stranên şoreşgerî û filklorî pêşkêşkirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.