Li Hesekê jinek hat qetilkirin

Li Taxa Ezîziyê a bajarê Hesekê jinek bi navê Nexem Diyab El Nezal hat qetilkirin.

Hesekê- Duh li taxa Ezîziyê  ya bajarê Hesekê jineke ciwan bi navê Nexem Diyab El Nezal a 28 salî li taxa Ezîziyê bi amûrek birînê hatiye qetilkirin. Li gorî agahiyên Mekteba li dijî tewanên bi rêxistinkirî hatiye parvekirin, piştî qetilkirina Nexem malbatê cenazeyê  wê birine mala birayê wê mezin ê bi nav Xalid Diyab El Nezal li taxa El Zihûr.

Saziyên pêwendîdar di nava lêkolînê de ye.