Li Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî
Di bin dirûşma “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, azadiya civakê ye, werin em bi hev re jiyana azad, çandeke azad û civakek komînal ava bikin” Kongra Star û TEV- ÇAND’ê konserek da.

Hesekê – Di çarçoveya hemleya azadî ji bo Rêber Abdulah Ocalan û çareserî ji pirsgirêka Kurd re, Kongra Star û TEV-ÇAND’ê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya civakê ye, werin em bi hev re jiyana azad, çandek azad û civakek komînal ava bikin” konserek li dar xistin. Hunermend Şehrîbana Kurdî û Sumeya Mihemed derketin ser dikê û stran gotin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalîde Botî tekez kir ku pêvajoya herêm tê de derbas dibe, pêwistiya wê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan heye û wiha anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erkeke wijdanî ye û gere her kes berpirsyar be. Rêber Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê bang kir û em ê wê bangê pêk bînin. Projeya ku Rêber Apo da pêşiya me, xwe li ser aştî, demokrasî û azadiya jinan ava dike. Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev proje hatiye rûniştandin lê em dibînin ku pêwistiya Sûriyeyê tevahî bi vê projeyê heye û yên ku pêşengiya wê bikin jin in. Em ranawestin em ê her dem li kolanan bin heya Rêber Ocalan azad bikin.”
Her wiha hunermend Sumeya Mihemed û Şehrîbana Kurdî çend stranan pêşkêş kirin.
Konser bi gerandina dîlanê bi dawî bû.