Celladê Nugra Selman hat girtin: Jin hesabê dixwazin

Celladê Nugra Selman, Hecac Tikrîtî hat girtin. Qethe Elî Mehmûd şahida sûcên li girtîgeha Nugra Selman wiha dibêje: “Zilm li jinan dikir. Ew zilm nayê tarîfkirin, em çiqas behsa êşê bikin kêm e. Em hesab dixwazin.”

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Helebce di bîra gelê Kurd de birîneke kûr e tu carî nakewe. Kesên bûne şahidên operasyonên Enfalê û komkujiya Helebceyê wan rojên reş tu carî ji bîr nakin. 

Di sala 1988’an de rejîma Baasê di planên êrîşên leşkerî 8 qonaxan pêvajoya Enfalê da destpêkirin. Polîtîkayên xwe yên qirkirina gelê Kurd bi awayek sîstematîk pêk anî û armanca wê ew bû ku gundên Kurdan tune bike.

Li gorî gotinên ên ku ji pêvajoya enfalê rizgar bûne, hemû kesên hatin girtin destpêkê li Topzava kom dikirin, piştre ciwan li aliyekê û jin, zarok û kesên bi temen li aliyek din cuda dikirin. Ciwanan ber bi çalên mirinê ve dibirin, ên din jî dibirin girtîgeha tirsnak a Nugra Selman.

Yên biribûn girtîgeha Nugra Selman zêdeyî 5 mehan hatin girtin. Piştre piraniya malbatên Helebceyî ku ji Îranê dizivirîn birin girtîgeha Nugra Selman. Bi hezaran kes li girtîgeha Nugra Selman bi rojan rastî îşkenceya celadê bi navê ‘Hecac Tikrîtî’ ku serpereştiyarê girtîgehê bû dihatin.

‘Celadê Girtîgeha Nugra Salman Hacac Tikrîtî hat girtin’

Di 31’ê Tîrmeha 2025’an de celadê girtîgeha Nugra Selman Hecac Tikrîtî ku wek ‘Celladê Nugra Selman’ dihat zanîn hat girtin. Vê geşedenê carek din Helebceyiyên ku hatibûn jibîrkirin kir rojeve. Çîrokên trajîk ên li girtîgeha Nugra Selman careke din hatin bîra hemû kesan. Kesûkarên qurbaniyan bi hêviya edaletê li benda cezakirina sûcdar bûn.

Hat diyarkirin ku wî celadî li dijî gelê Germiyan, Barzan û Helebceyê gelek sûc kirine. Biryar hatiye girtin ku sibê di roja 3’ê Tebaxê de, daxwaza zagonî li dijî sûcên hatine kirine, wezareta şehîdan û enfalkiriyên hikumeta herêma Kurdistanê li ser dosyayê bixebitin. 

‘Cenazeyan didan ber segên reş’

Qethe Elî Mehmûd ku ji ber temenê xwe yê mezin gelek tişt ji bîr kiriye û têkildarî wan deman, tiştên hatine jiyîn wiha anî ziman: “Hecac Ehmed, Herdan Tikrîtî’ celadê Enfalê hat girtin. Di wan deman de rojê sê çar cenaze dihatin veşartin. Herî zêde di nav de jin û zarok hebûn. Ji bo şûştina cenazeyan pere dixwestin. Cenaze bi cilên wan dispartin axê. Hinek cenaze datanîn ber segên reş.”

‘Belkî di roja qiyametê de em hesab bixwazin’

Qethe ya ku dayîka sê zarokên şehîd e bi hesretek kûr wiha got: “Ew êşên me kişandine zêde ne, belkî di roja qiyametê de em edaletê bibînin. Li girtîgehê dema em rastî Hecac dihatin, ji tirsan em ser hişê xwe diçûn. Cilên spî li xwe dikir, kes nikaribû derbikeve pêşberî wî. Li girtîgeha Nugra Selman, cenazeyan didan ber segê reşê.”

‘Em çiqas behsa êşê bikin kêm e’

Qethe ku yek ji girtiyan bû têkildarî sûcên Hecac Tikrîtî yên li dijî Kurdan wiha anî ziman: “Gelek xirab nêzî jin û kurên ciwan dibû. Kurdek ciwan mabû wî jî bi lêdan avêt nava çala qirêjiyê. Zilm li jinan dikir. Ew zilm nayê tarîfkirin, em çiqas behsa êşê bikin kêm e.”